Jinên ciwan ên Minbicê bi boneya rojbûna rêber Ocalan meşeke meşaleyan li dar xist

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, îro Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Jinên ciwan ên Minbicê bi boneya rojbûna rêber Ocalan meşeke meşaleyan li dar xist
Jinên ciwan ên Minbicê bi boneya rojbûna rêber Ocalan meşeke meşaleyan li dar xist
Jinên ciwan ên Minbicê bi boneya rojbûna rêber Ocalan meşeke meşaleyan li dar xist
Jinên ciwan ên Minbicê bi boneya rojbûna rêber Ocalan meşeke meşaleyan li dar xist
3 nîsan, 2021   19:39
MINBIC

Bi dehan jinên Minbicê, endamên saziyên taybet bi jinan beşdarî meşê bûn û wêneyên rêber Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û meşale rakirin. Meş ji ber Çerxerêya Mîzan a li rojavayê bajêr dest pê kir û meşvanan diruşmên "Azadî ji Ocalan re" berz kirin.

Meş li yarîgeha Beledî ya li naverasta bajarê Minbicê veguherî mêtîngê û li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Şehed Himêdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Jinên Ciwan ên Minbic û gundewarên wê, em 4`ê Nîsanê ku roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan e li tevahiya gel pîroz dikin, bi hilatina berbangeke nû û derketina roja Nîsanê re rêber Abdullah Ocalan ji dayik bû û pê re jî mirovahî ji dayik bû, em di vê rojê de wê kesayeta mezin bi bîr tînin.

Rêber Ocalan ji bo parastina hemû gelan xwe feda kir, ev rêberekî neteweyî û rêberekî mirovahiyê ye ku ji zaroktiya xwe ve li hemberî hişmendiya desthilat şer kir.

Fikirê rêber Ocalan ji bo hemû gelan rêya azadî û têkoşînê ronî kir û tarîtiya li ser hemû gelan rakir. Di heman demê de bi rêya pêşniyarkirina fikirê neteweya demokratik şerê modernîteya kapîtalîst kir. Fikireya neteweya demokratîk tevahî netewe, ol û bawerî dihewîne.

Ev kesayetê mezin di dîroka mirovahiyê de yekemîn kesayetê ku girîng da doza jinan, ev jî ji dozên girîng e û li Rojhilata Navîn paşguhkirî bû. Rêber Ocalan hevrêyê jinan e û piştgiriya jinan dike, her wiha mafên wan da û jiyana trajedîk red kir, li aliyekî jî rêber Ocalan hêzê di kesayeta jinan de dibîne.

Îro û bi saya rêberê me jinan mafên xwe standin û di nava civakê de û hemû qadan rolek lîst, va em dibin şahid ku jinên bajarê Minbicê rêya azadî û têkoşînê dişopînin, tev li hemû qadên civakî, aborî, siyasî û leşkerî bûne û  roleke aktîf lîstin. Jinan baweriya xwe bi karînên xwe anîn û rêber Ocalan wekî pêşengê xwe dibînin."

Di dawiyê de diruşma "Bijî rêber Ocalan û azadî ji rêbertî re" hatin berzkirin..

(eh)

ANHA