Meclisa Jinan a PYD`ê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk li baxçeyê Şehîdan ê li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist.

Meclisa Jinan a PYD`ê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Meclisa Jinan a PYD`ê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
2 nîsan, 2021   18:02
QAMIŞLO

Baxçe bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê, Kongreya Star û YPJ`ê hate xemilandin, bi dehan şêniyên Qamişlo, endamên PYD`ê û Kongreya Star beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi axaftina endama Meclisa Jinan a PYD`ê Bêrîvan Mihemed dest pê kir. Bêrîvan Mihemed rojbûna rêber Apo li gelê herêmê bi giştî û li jinan bi taybet pîroz kir û got:"Rêber Ocalan rêberê mirovahiyê ye, ji ber ku parastina mirovahiyê dike û banga adalet û azadiya hemû gelan dike, ev 22 sal in di girtîgehê de ye, ji lew re em rojbûna wî li hemû gelan û malbatên şehîdan pîroz dikin."

Paşê stranên şoreşgerî hatin gotin, beşdaran govend gerand û sloganên"Bijî serok Apo" berz kirin.

(eh)

ANHA