Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê di 6`emîn de didome

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 28`ê Adarê de bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin di roja 6`emîn de didome.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê di 6`emîn de didome
2 nîsan, 2021   05:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka YPJ, YPG û QSD`ê ji bo paqijkirin û bêbandorkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê, di 28`ê Adarê de Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyona kete roja 6`emîn de berdewam dike.

Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên ewlekariya hundirîn a 5 rojên derbasbûyî zêdetirî 70 çeteyî hatiye girtin û di nav de secrete, emîr û dadger jî hene. Her wiha heta niha gelek telefon, leptop, guleyên çekan, cilên leşkerî û pergalên teqemeniyê hatine desteserkirin.

Her wiha xebatên nûkirina belgeyên niştecihên li kampê jî berdewam dikin.

Duh şandeyeke Rêveberiya Xweser jî serdana Kampa Holê kir û ji nêz ve çawaniya rêveçûna operasyonê şopanad.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li ser malpera xwe ya fermî nûçeyek agahdariyê belav kir û tê de ku ew ê îro di saet 02:00`yan di derbarê qedandina merheleya yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, civîneke çapemeniyê li dar bixe. 

Operasyon di roja 6`emîn de dewam dike.     

ANHA