Gelo dê însiyatîfa Riyadê ya çareserkirina krîza Yemenê bi ser keve?

Piştî Erebistana Siûdiyê însiyatîfa bidawîkirina krîza li Yemenê ragihand, di vê dawiyê de çavên hemûyan li ser Yemenê ye. Gelo atmosfêra beriya wê çi bû?Gelo şansên çareseriya siyasî li Yemenê çi ne?

Gelo dê însiyatîfa Riyadê ya çareserkirina krîza Yemenê bi ser keve?
2 nîsan, 2021   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Erebistana Siûdiyê beriya çend rojan, însiyatîfa bidawîkirina krîza Yemenê ragihand. Lê ev însiyatîf piştî 6 salan ji êrişên wê yên di nava Koalîsyona Erebî de yên li djî koma Ensarullah (Hûsî) yên nêzî Îranê pêk hat.

Di dirêjahiya 6 salan de, Erebistana Siûdiyê û Îmaratê nikarî Hûsî têk bibira. Hûsî serweriya Senaa û parçeyên mezin ên ji bakur û rojavayê Yemenê dikin. Her wiha hewl didin serweriya li bajarê Meiribê yê bi petrolê dewlemend e bikin.

Berovajî wê, piştî ku Washingtonê Hûsî ji lîsteya terorê bi der xist serkeftineke siyasî bi dest, li gel wê jî rêveberiya Jeo Bidenê fişar li Siûdiyê kir. Biden ragihand ku ew êdî piştevaniya şerê li Yemenê nake, alîkariyên lojistî û nepenî ji koalîsyona leşkerî ya Siûdiyê kişandin, her wiha rêveberiya Biden bi rêya bandorkirina li dosyayên mafên mirovan û kuştina Xaşiqçî fişar li Riyadê zêde kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdiyê emîr Feysel Bin Ferhan Al Siûd ragihand ku naveroka vê însiyatîfê ew e ku divê li tevahî welat û di bin çavdêriya NY’yê de agirbest çêbibe.

Wezîrê Siûdiyê wiha got: "Welatê wî dixwaze krîza tundiyê bi dawî bibe, her wiha dixwaze ji nû ve balafirgeha Senaayê ji bo başbûna alîkariya li welat û sivikbûna dorpêça li dijî perava Hideydayê, were akîtfkirin. Ji ber niha ew balafirgeh di bin serweriya hûsiyan de ye."

Tevî ku Hûsiyan tu coş ranegihand, lê deriyên xwe vekirî hiştin. Hûsiyan daxuyand ku di pêşniyara Erebistana Siûdiyê de aliyên nû tune ne û red kirin.

Gotûbêjê payebilind Mihemed Abduselam wiha got: "Ew ji bo danûstandinên bi hikumetên Riyad, Washingot û Mesqetê ya Umanê amade ye, da ku bigihînin lihevkirineke aştiyê. Her wiha vekirina perav û balafirgehan jî mafên gel e û wek mercekî lihevkirinê, divê bi nebaşî neyê bikaranîn."

‛EREBISTANA SIÛDIYÊ FIŞARÊ LI DIJÎ XWE, KÊM DIKE’

Têkildarî vê yekê, mamosteya civaknasiya siyasî ya zanîngeha Senaayê Dr. Abdulbaqî Şemsan wiha got: "Însiyatîfa Siûdiyê û çalakiya nûnerên NY’yê, û DYA’yê, di demekê de ku guhartinên Amerîka yên rawestandina şerê li Yemenê, jinûve vegerandina xebatên peymana nukleerê bi Îranê re ya di bernameya hilbijartina serokê Amerîkayê Biden de hebû, pêk hatin. Bê guman herî kêm hin nîşaneyên erênî çêbibin."

Şemsan wiha domand: "Ev însiyatîf ji bo fişarên navneteweyî yên li dijî Erebistana Siûdiyê kêm bibin, pêk hat. Fişarên navneteweyî jî ev in; fişara hiqûqî, fişara rawestandin şer, fişara girêbestên çekan û fişara bernameya hilbijartinê ya serokê Amerîkayê ya nû."

Girêdayî nirxa van însiyatîfan Şemsan wiha pê de çû: "Însiyatîf û fişara Amerîkayê ne li gorî berjewendiyên gelê Yemenê ne û aştiyê pêk naynin. Ev însiyatîf bi armanca rawestandina şer e û sûdawrê yekane hûsî ne."

Şemsan wiha axivî: "Ji ber ku ew destkeftiyên zêde bi berdewamkirina şer re dixwazin, dixwazin rêveçûna dîlgirtiyan û jinûve vegerandina bikaranîna balafirgeha Senaa û perva Hideydayê ji hev qut bikin. Piştre ber bi diyalogê ve biçin ku ew desthilata rewa û nûnertiya gelê Yemenê li hember êrişên derve yên bi nûnertiya Siûdiyê dikin. Ev tê wateya ku bi desthilata rewa îtîraf nake û ew aliyek in ku naxwazin diyalogê şêweyekî yekalî bi Siûdiyê re bikin. Ew jî di vî alî de çi pêngav an jî îsiyatîfên Amerîkayê yên dualî bi NY’yê re hebin, ew însiyatîf tu çareseriyan bi xwe re nîn in."

Şemşan ev yek li gotina xwe zêde kir:"Ger rawestandina agirbestê pêk were, balafira Sena bi  awayekî nêvî ji nû ve were vekirin û ji aliyê Husiyan ve xebatên wê werin aktîfkirin, dê qezenc bikin, lê ew ne komeke siyasî ne ku di çarçovyea projeya neteweyî de xwedî xwestekên siyasî bin, ev kom texmîn dike ku di hikumkirina Yemenê de ew mafdar in. Lê nabe ku di çarçovyea projeya dewleta komarî de ku li ser bingeha hemwelatîbûnê, demokratiyê, azadiya derbirînê, fikir û mafên mirovan bi tu komên siyasî re bicive."

Abdulbaqî Şemsan ev xal li gotina xwe zêde kirin: "Kom xwedî dilsoziyeke ku ji welatparêzî û neteweyî  ber bi wîlayeta Feqîh ve diçe, her wiha komê  derbe li dijî desthilata rewa, gelê yemenî û rêveberiya gel pêk anî û xwe wekî navîşanekê dibîne ku bi stratejiya ji nû ve xêzkirina nexşeya herêma Rojhilata Navîn ve girêdayî dibîne û di hundirê her dewletekê de du nasmane hebin û ji nû çareseriyên sext tê kirin, ev çareserî ne tenê guhartinekê di dewletan de çêdikin, lê belê van hêzan çêdikin û piştevaniya vê hêzê jî bi derve heye heta ku veneger."

ꞌÇARESERIYEKE KU AŞTIYÊ PÊK  NAYNEꞌ

Dr. Abdulbaqî Şemsan wekî nimûne bal kişand ser Afganistanê û got: "Wekî mînak ger Amerîka ji Aftanistanê bi der ketin, wê demê li gorî lêkolînan, dê Talîban vegerin ser desthilata Afganistanê. Ji ber ku rojavayî dixwazin li herêmê bimîne. Ji ber wê çareseriyên tijî tol û bîrîndarî pêk tînin ku aştiyê çênakin. Bi wê re aştî li ser esasê bidawîkirina darba û vegera desthilata rewa ava dibe û ew yek jî pir girîng e."

Şemsan destnîşan kir ku ji aliyê hêzê ve Husî, Hizbullah a Lubnanê derbas kir, ji ber ku Hizbullah ne xwediyê dewleta Lubnanî ye û dewlet asteng kir, ew ne xwedî van çekan e û ew ne di kûrahiya stratejîk de û li kêleka Erebistana Siûdiyê ye, niha Husiyan mîras û hemû madeyên dewleta Yemenê bi çek û arşîva wê û hemû  pereyên wê ve birine, piştre bîrawariya neteweyî ji nû ve ava kirin. Ha civaka rojavayî di çarçoveya xêzkirina herêmê de kete nava koma terorîst, lê ew texmîn dikin ku ew li cem DAY`yê pir girîng in. Her wiha ji wan ve diyar e ku DAY`yê dixwaze Îranê, li ser dewletên Kendavê bi tirsek be. Da ku ev dewlet ji gelê xwe re lidarxistina têkiliyên bi Îsraîlê meşrû bikin û bi wê re dijmin yekane Îran e, dê pê re peymana nukleerê îmze bikin. Her wiha dê ev dewlet ji bo şerê li hember Îranê werin biçekkirin, ne ji bo Îsraîlê.

Şemsan diyar kir ku li herêmê divê du nasname çêbibin, ev yek jî dewletokên welatparêz û armam ava nake, her wiha ev yek dihêle îhtîmala projeya neteweyî, erebî yan jî kurdî yan jî îslamî pirr hindik bibe,  ji ber ku herêm û dewlet xwedî aştî ne û ji pirrengiya nasnameyan pêk tê ku ne li ser bingeha hemwelatîbûnê hatiye avakirin, lê belê li ser bingeha jinûve erkdariya di saziyên dewletê de hatiye avakirin.

Nûnerê amerîkî yek ji endazyarên modela iraqî ye û li ser bingeha vê yekê li Yemenê hate erkdarkirin, da ku rewşa Yemenê wekî Iraqê çêke,  ev jî tê wateya ku Yemen dê armam nebe, ji wê zêdetir dê ji bo destwerdanên navneteweyî bibe qadek. Ev yek di qada navneteweyî tê xwestin ku Yemenê li ser şoreya navneteweyî û tevgera bazirganiyê ya navneteweyî fikarekê çêke û di encamê de dê rê li pêşiya hebûna hêzên biyanî yên li girev û korîdorên navneteweyî veke.

Siyasetmedarê yemenî bi van xalan dawî li gotina xwe anî: "Em derbasî qonaxa ne dewlet ne armamî bûn û ev dihêle DYA`yê, Brîtanya û dewletên mezin ên li ser erdnîgariya Yemenê di bin parastina bazirganiya navneteweyî û têkoşîna li dijî terorê de bin, êdî em li pêşberî qonaxeke nû ne û ev çareserî xwestekên gelê yemenî bi cih nayne."

(fr-eh)

ANHA