Muxalîfê Rûs Alexei Navalny dest bi greva birçîbûnê kir

Muxalîfê Rûs Alexei Navalny ragihand ku ji bo lênêrîna tenduristiyê ji bo wî bê pêşkêşkirin, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Muxalîfê Rûs Alexei Navalny dest bi greva birçîbûnê kir
1 nîsan, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê ragihand ku muxalîfê Rûs Alexei Navalny duh dest bi greva birçîbûnê kir da ku rêveberiya zindanê neçar bike ku lêrîna tenduristiyê ya guncaw ji wî re pêşkêş bike.

Navalny ku yek ji rexnegirên serokwezîr Vladimîr Pûtîn e, hefteyek e ketiye rojevê. Piştî ku hefteya borî gotibû ku nobedarê zindanê di şevê de her saetekê wî şiyar dike û ev yek dikeve asta îşkencekirinê, her wiha diyar kiribû ku bangewaziyên wî ji bo bidestxistina xizmetên tenduristiyê tên paşguhkirin.

Navalny roja çarşemê li ser Instagramê nivîsîbû ku rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe. Navalny wiha goti: "Ji bo ku li gorî qanûnan tev bigerin û bihêlin ku bijîşkek ji derve serdana min bike, min dest bi greva birçîbûnê kir. Li şûna ku derman ji min re peyda bikin, bi rêya mehrûmkirina ji xewê, îşkenceyê li min dikin."

(dx)