​​​​​​​Fikirê rêber Abdullah Ocalan ji gelên bindest re rizgarî ye

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê ku di salên 70`yî de bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane rojbûna wî ya 73`yan pîroz kir û destnîşan kir ku fikirên rêber Ocalan ji gelên bindest re rizgarî ne û rojbûna wî ji gelê Kurd re vejîne.

​​​​​​​Fikirê rêber Abdullah Ocalan ji gelên bindest re rizgarî ye
1 nîsan, 2021   03:19
HESEKÊ

4`ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan a 73`yan e. Di vê derbarê de ANHA`yê nêrînên hin kesayetên ji navçeya Dirbêsiyê ku di salên 70`yî de bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane, girtin.

Welatiya bi navê Raziya Îbrahîm ku di 1990`î de di pêngava 15`ê Tebaxê de rêber Abdullah Ocalan dîtibû wiha got: "Piştî ku min fikirên rêber Abdullah Ocalan nas kirin, min pir dixwest ez wî bibînim. Ji ber ez bi fikir û felsefeya wî pir bandor bûm. Ez bi komekê re çûm Lubnanê da ku wî bibînim."

‛HESTÊN KU NAYÊN WESIFANDIN’

Raziya Îbrahîm wiha domand: "Piştî ku em gihaştin Lubnanê agahî ji me re hat ku rêber Ocalan nikare were û bi me re pîroz bike. Lê piştî çend saetan û di saet 12:00`an de me dît ku rêber Ocalan hat gel me. Ez gelekî kêfxweş bûm. Ew hest nayên wesifandin, ji ber Ez ê di cara yekemîn de bi fîlozof û rêberekî weke wî re bicivim."

Raziya Îbrahîm wiha pêde çû: "Ez çûm û li pêşî rûniştim da ku ez karibim wî bibînim. Rêber Ocalan axaftina xwe bi pirsa rewşa me û herêma ku em jê hatine kir. Axaftina wî bi me re heta saet 03:00`an sibehê dewam kir."

‛BÛYERÊN 2004`AN GOTINÊN RÊBER OCALAN JI CIWANAN RE ÎSBAT KIRIN’

Raziya Îbrahîm diyar kir ku rêber Ocalan behsa pêşeroja herêmê û rewşa gelê Kurd kir û ev tişt anî ziman: "Rêber Ocalan girîngî da şoreşê û rola jin û ciwanan di nav de, bi taybet rola ciwanan di şoreşê de. Ev yek di bûyerên ku di sala 2004`an de li bajarê Qamişlo qewimîn, pêk hat. Ciwanên gelê Kurd bûn yek û di wê demê de li dijî rejîmê û zihniyeta Baasê derketin."

‛ŞOREŞA ROJAVA BI SAYA FIKIRÊN RÊBER OCALAN BISER KET’

Raziya Îbrahîm destnîşan kir ku axaftina rêber Ocalan li ser rola jinê di şoreşa Rojava de pêk hat û wiha axivî: "Ew jî ji ber ku bingeh û sedema serkeftina şoreşê jina ku di oxira azadiya xwe de şer kiriye, bû. Ew jin ji jinên tevahî cîhanê re bû mînak."

Raziya Îbrahîm got rêber Ocalan girîngî dida biratiya gelan û pêkanîna sîstema neteweya demokratîk û ev tişt got: "Gotina rêber Ocalan a wê demê, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye." "

VEJÎN

Raziya Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heger ne ji fikirên rêber Abdullah Ocalan bûna dê çand û dîroka gelê Kurd winda bibûna, ji ber rêber Ocalan jiyana xwe di oxira doza gelê Kurd derbas kiriye û ji ber wê jî rojbûna wî ji gelê Kurd re vejîne.

‛FIKIRÊN RÊBER OCALAN JI HEMÛ GELÊN BINDEST RE RIZGARÎ NE’

Her wiha welatiyê bi navê Abdullah Şêxikê rojbûna rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku fikirên wî ji xwe re rizgarî dibînin, pîroz kir.

Abdullah Şêxikê wiha got: "Min di salên 70`yî de gelek caran rêber Abdullah Ocalan dît, rêber Abdullah Ocalan xwediyê fikirên azad e. Bi me re bi awayekî dilnizmî danûstandin dikir û ev yek tekez dike ku ew ji gel û doze re rizgarî ye."

Abdullah Şêxikê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelên herêmê û hemû gelên bindest li Rojhilata Navîn bi fikirên rêber Abdullah Ocalan re ne. Ji ber fikirên wî ji hemû gelên bindest re rizgarî ne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SZ3GOLuCCxs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>