ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-04-2021
31 adar, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîma şehîdên Adarê li Goristana Dijwar a gundê Dawûdiyê li dar dixe. Saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê çalakiyekê bi sernavê "Wênesazê biçûk" li dar dixe, dê 200 xwendekar tê de beşdar bin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Saziya Êzîdîna ya Hesekê civîneke diyalogê bi sernavê "destûr parastina me dike" li Xwaringeha Nexbe ya Hesekê li dar dixe. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên navçeya Dirbêsiyê ku di salên 70`yî de bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane rojbûna wî ya 73`yan pîroz kir û destnîşan kir ku fikirên rêber Ocalan ji gelên bindest re rizgarî ne û rojbûna wî ji gelê Kurd re vejîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bahoz Kobanê der barê Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" de anî ziman ku heya niha ji sedî 90 plansaziya wan pêk hatiye û got: “Ger li ku derê pêwîstî, bangawazî, zilm, tevlîhevî hebe em ê li wir amade bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-DAIŞ’yê ku di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li kampa Holê hatiye girtin de, îtîraf kir ku şaneya wan 3 sûcên qetilkirinê pêk anîne, her wiha her kesê li dijî fikireya DAIŞ’ê ya tundraw bi der diket dikuştin. Çeteyê ku nû hatiye girtin ê bi navê Sedam Hisên Hemed got çekên wan bi rêya stêrên avê digihaştin wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Rûspiyekî eşîra êzidiyan ê li çiyayê Şengalê Şemo Xwedêda diyar kir ku civaka êzidî piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dike ku ew jî Hêzên Parastina Şengalê ne û xîtabî hikumeta Iraqê kir ku îtîrafê bi rewabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêveberên jin ên li ser astên herêmên Tebqa, Reda, Dêrazor û Minbicê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan li kelha Caiber şahiyê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Jinên Ciwan bi boneya nêzbûna rojbûna rêber Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyan li Kobanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Rojnamevan Kenan Kirkaya got “Êrişên li hemberî HDP'ê çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan digirin û berdewama Plana Şerq Islahatê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Hêzên dijberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêçkirina herêmê bi rêya girtina dergehan girantir dikin û dergehan wekî amûreke şantaj û zextê bi kar tînin. Ruxmî nakokiyên wan hêzan jî, lê belê di vê pêngavê de bûn yek. Gelo armanc ji wê çi ye? Çareserî çi ne? (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

- Ji odeya xwe ya biҫûk, wênesaz Semîr Îliya bi rêya tabloyên xwe rastî û azarên herêma xwe bi hev re nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Rêxistina Asurî ya Demokrat û Partiya Yekitiya Suryan li gundê Hekmiyê yê girêdayî navçeya Dêrikê û li gundê Til Erboş ê Til Temirê bi sersala Babilî-Asurî ya Ekîto pîroz dikin.

 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyê bi navê Salih Mihemed diyar kir ku  di demeke ku rewşa aborî wêrankirî de ye , çandina wî ya ji sebzeyên malê re sûdmendiyeke mezin çêkir û bi rêya vê ji sedî 90 ji pêşwîstiyên xwe yên malê dabîn kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA