Kazimî bi serdaneke fermî li Riyadê ye

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser vexwendinekê serdana Erebistana Siûdî kir.

Kazimî bi serdaneke fermî li Riyadê ye
31 adar, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serdanek fermî çû Erebistana Siûdî. Beriya Kazimî ji Bexdayê bi rê keve, li ser Twîtterê peyamek belav kir û got; “Armanca serdanê xurtkirina peywendiyên li gel welatên cîran e û bingehê temamkirina mijarên peywendîdar ên her du welatan e.”

Di hefteya derbasbûyî de Kazimî di hevdîtinek bi rêya online de li gel serokê Erebistana Siûdî piştgiriya xwe ji bo pêşengtiya Siûdiyê ya ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê nîşan dabû.

(cx)