Çalakiya Konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê çalakiya konvedanê di roja 5’an de bi daxuyaniyekê  bi dawî kir.

Çalakiya Konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
Çalakiya Konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
Çalakiya Konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
Çalakiya Konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
Çalakiya Konvedanê ya li Reqayê bi dawî bû
31 adar, 2021   14:14
REQA

Di çalakiya konvedanê ya ku bi diruşma "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye" de ya ku ji bo zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan hatiye lidarketin, tê de endamê tevahî meclis, saziyên sivîl ên Reqa û gundewarên wê û bi dehan şênî beşdar bûn.

Di bin konê çalakiyê de axîveran bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî sûcên dewleta Tirkên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di roja 5’an a dawiya çalakiyê de, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Xedîce Elî û Adil Ismet axivîn û saziyên sivîl û leşkerî silav kirin ku tev li çalakiya konvedanê bûne û sûcên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin.

Bi navê Meclisa Endelûs endama bi navê Rûken Mehmûd axivî û da zanîn ku sûcdarên şer û dîktatorên serdemê guman dikin ku bi dîlgirtina rêbertî re ew ê bi ser bikevin, lê belê fikirên wan bi bin ketin, ji ber ku fikirê rêbertî ji hemû gelan re bûye rêbaz û metod.

Piştre  endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xewed Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Rêveberiya Jinan a Reqayê bi  dirûşma" Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye", konê çalakiyê 5 rojan vegirt. Çalakî bi beşdariya hemû saziyên sivîl, leşkerî û hemû beşên civakê bi rê ve çû û beşdaran sûcên hikumeta Tirkiyê û dewletên komploger ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga eşkerekirina rewşa tenduristiyê rêbertî kirin û maf bidin parêzer ku bi rêbertî re bicivin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hate diyarkirin: "Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û îşaret bi armanca hikumeta Tirkiyê hate kirin ku ewç li hemberî hemû kesên li Rojhilata Navîn banga azadî û wekheviyê dikin, disekine ev jî mezintirîn isbat e ku dewleta Tirk hîn jî dixwaze Rojhilata Navîn dagir bike."

Di daxuyaniyê de helwesta dewletên cîhanê û bêdengiya wê ya li hemberî planên dewleta Tirk û şêwazên wê yên terorîstane û dermirovî hatin şermezarkirin û banga rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan hate kirin.

Di dawiyê daxuyaniyê de hate zanîn ku êdî rastî diyar e, ji lew re divê her kes bizanibe ku divê ew îro parêzvanên azadiya rêber Abdullah Ocalan in.

(eh)

ANHA