Wezîreke Îmaratê banga berdewamkirina şerê li dijî DAIŞ'ê kir

Wezîra Îmaratê Rîm Îbrahîm El-Heşimî banga domandina şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê û astengkirina gefên wê yên li ser cîhanê û bi taybet li rojavayê Afrîkayê, kir.

Wezîreke Îmaratê banga berdewamkirina şerê li dijî DAIŞ'ê kir
31 adar, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra kar û barên hevkariya navneteweyî ya Îmaratê Rîm Îbrahîm El-Haşimî di civîna online ya li gel wezîrên karên derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de ku ji hêla DYA û Belçikayê ve hate birêxistinkirin, axivî.

Rîm diyar kir ku Îmarat dê li deverên rizgarkirî xebata xwe bidomîne da ku piştgiriyê bide hemû hewldanên domdar ji bo vegerandina aramiyê û pêkanîna projeyên girîng li deverên ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Her wiha bal kişand ser girîngiya peydakirina pêdiviyên alîkariyê yên bêsînor ji kesên hewcedar ên li Sûriyê û Iraqê re.

Di dawiyê de Rîm Îbrahîm El-Haşimî got: "Îmarat xebata xwe ye domdar bi hevkarên xwe re radigihîne ji bo astengkirina berbelavbûna propagandayên pêşxistina şîdetê."

(dx)

ANHA