Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4’an de didome

Di dewama Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên kontrolkirin û lêgerînê li beşa 4`an a kampa Holê bi dawî kir û derbasî beşa 5`an bûn.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4’an de didome
31 adar, 2021   11:42
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekşema borî (28`ê Adarê) Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê da destpêkirin. Operasyon di roja 4`emîn de dewam dike.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dema destpêkirina operasyonê de bi civîneke çapemeniyê teqez kir ku operasyon bi armanca tunekirina DAIŞ`ê li kampa Holê daye destpêkirin da ku kamp û şêniyên wê ji şaneyên DAIŞ`ê bên rizgarkirin û şaneyên li kampê bi cih bûne, bên tunekirin.

Hêzên ewlehiyê di operasyona îro ya li beşa 4`an de, alavên leşkerî û sîstemên teqemeniya ji dûr ve, hin cil û çenteyên leşkerî û hin telefonên destan ên di erdê de hatibûn veşartin, desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê niha li beşa 5`an dest bi operasyonê kiriye û ew beş ji beşên din cuda kiriye.

Kampa Holê ji 8 beşên sereke pêk tê, zêdetirî 60 hezar kesên ji Sûriye, Iraqê û kesên biyanî lê dimînin. Kampa Holê kampa herî xeternak e li cîhanê ji ber ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên tundraw hene.

Di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, nûkirina belgeyên şêniyên kampê jî dewam dike.

(cx)

ANHA