Li Girkê Legê ji ber teqîna cereyê xazê 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gundê Gulîcê yê Girkê Legê di encama teqîna cereyekî xazê de jinekê û hevserê wê jiyana xwe ji dest dan.

Li Girkê Legê ji ber teqîna cereyê xazê 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31 adar, 2021   11:27
QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê cereyekî xazê teqiya û agir bi mala Asiya Mihyedîn û Nûrî Ehmed Sofî yên ji gundê Gulîcê ket. Di encama teqînê de Asiya (70) û Nûrî jiyana xwe ji dest dan.

Hate zanîn ku her du kes rakirine nexweşxaneyê, herduyan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha xebatkarên agirkujiyê jî ji bo vemirandina agir, xwe bi lez gihand cihê bûyerê.

ANHA