​​​​​​​MXDŞ: Diyarkirina 1`ê Nîsanê ji bo tasiyekirina rêxisitnbûna Êzidiyan e

MXDŞ’ê diyar kir ku HPG ne ji bo desthilatdariyê, lê belê ji bo xilaskirina civaka Êzidî ji qirkirinê hatibûn Şengalê û got: “Bi fermana ku 9’ê Cotmehê amade kirin, dixwazin fermana ku bi saya xwedîderketina gerîla neçûbû serî, bibin serî.”

​​​​​​​MXDŞ: Diyarkirina 1`ê Nîsanê ji bo tasiyekirina rêxisitnbûna Êzidiyan e
31 adar, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya salvegera 3`eymîn a vekişîna gerîlayên HPG û YJA Starê ji Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê fermandarên HPG’ê yên şehîd Egîd Civyan û Dilşêr Herekol de tevahiya şehîdên ji bo azadkirina axa Şengalê canê xwe dane bi rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hate bibîrxistin û hate gotin, “Hêzên leşkerî yên Iraqê û PDK’ê pişta xwe dan Şengalê, gelê me di nava qirkirinê de hiştin, jin, zarok û civaka me di nava germa havînê de li çiyayê Şengalê di nava dorpêça çeteyan de hiştin. Gerîlayên HPG û YJA Starê xwe gihandina hawara Êzidiyan û rê li ber qirkirineke mezin girtin. Bi saya şervan û gerîlayan, ew çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan negihîştin armanca xwe ya ji bo tunekirina Êzidiyan.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku piştî rizgarkirina herêmê xelkê Êzidî ji aliyê leşkerî, rêveberiyê ve xwe bi rêxistin kirin, bi rê ve birin û wiha dewam kir: “Hêzên gerîla di bin çavdêriya Iraqê de û li ber çavên ragihandin û raya giştî 1’ê Nîsana 2018’an xwe ji Şengalê vekişandin.”

Meclisê destnîşan kir ku di vir de diyar bû ku HPG ne ji bo desthilatdariyê, lê belê ji bo xilaskirina civaka Êzidî ji qirkirinê hatibûn Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civaka Êzidî niha bûye xwedî hêz û dikare parastina tevahiya Şengalê bike û bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bûye xwedî îrade, pêşî li her cûre êriş û fermanan digire.”

Meclisê diyar kir ku ev rêxistinî û îradebûyîna civaka Êzidî di serî de dewleta Tirk bi zora hemû neyaran ve diçe û wiha dewam kir, “PDK dixwaze Êzidiyan ji hev dûr bixîne û careke din Şengalê bixe destê xwe. Vê planê jî bi rêya Iraqê dike. Dewleta Tirk jî berê Kazimî dide Şengalê. Bi fermana ku 9’ê Cotmehê amade kirin, dixwazin fermana ku bi saya xwedîderketina gerîla neçûbû serî, bibin serî.

1’ê Nîsanê ji bo me rojek pir bi wate ye. Lewma Iraq ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û hêzên wê heta 1’ê Nîsanê muhlet daye me. Diyarkirina vê rojê ji bo tasfiyekirina rêxistiniya Êzidiyan e ku li ser daxwaza dewleta Tirk bûye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em weke civaka Êzidî; biyara me zelal e. Ji bilî berxwedan û parastina destketî û gelê xwe, em rêyeke din qebûl nakin.”

(cx)