Washington û Bexda diyalogeke stratejîk di Nîsanê de pêk tînin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku gera bê ya diyaloga stratejîk a Iraq-Amerîkayê dê 7`ê Nîsanê li dar bikeve.

Washington û Bexda diyalogeke stratejîk di Nîsanê de pêk tînin
30 adar, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşa Kar û Barên Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya hesabê xwe yê Twitterê got: “DYA dê di çarçoveya peymana staratejîk a sala 2008`an de,  di 7`ê Nîsanê de dan û standinên diyaloga stratejîk bi rêya înternetê bi Iraqê re pêk bîne.”

Her wiha diyar kir ku di wê civînê de, mijarên ewlehiyê, têkoşîna li dijî terorê, aborî, enerjî, mijarên siyasî û hevkariya di warên perwerde û çandê de werin nîqaşkirin.

Ev yek piştî ku Iraqê ji bo diyarkirina dema gera nû ya danûstandinên têkiliyên dualî û vekişîna hêzên çekdar ên mayî muzakereyek fermî ji DYA`yê re şand, pêk hat.

3 rayedarên hikumetê gotin muzekere vê mehê radestî balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H.Tueller hatiye kirin û destnîşan kirin welatiyên Iraqê hêvî dikin ku dan û standin di Nîsanê de pêk werin.

(şx)