PDK`ê 53 gundên Biradostê dorpêç kir

PDK bi fermana dewleta Tirk rêya 53 gundên herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê girt û qedexeya hatinûçûnê ragihand.

PDK`ê 53 gundên Biradostê dorpêç kir
28 adar, 2021   10:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

PDK`ê Ji şêniyên wan gundan re ragihand ku her kesek biçe nava sînorê hatî diyarkirin, wê bibe hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk.

Beriya çenda rojan jî, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermana dewleta Tirk rêya 53 gundên Biradost a ser bi Hewlêrê ve girtibûn.

Li gorî agahiyan, PDK’ê bi rêya danîna axê li ser rêyan û bicihkirina hêzên pêşmergeyên ser bi Fermandarêya Helgurt a li derdora gundan, heta niha rêya hatinûçûna 53 gundên Biradost girtiye. Herwiha qedexeya hatinûçûnê ragihand.

 Hinek ji wan gundan ev in, Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Bêrkim û Navdaruk ên dikevin bajaroka Sîdekan a herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji PDK’ê re ragihandiye ku welatiyên wan herêman hişyar bike ku her welatiyek ji berî ku biçin sînorê wan gundan, hêzên PDK’ê agahdar nekin, wê rasterast bibin hedefa balafirên şer.

Girtina rêya van gundan ji bo welatiyên li wan gundan sewalvaniyê û çandiyê dikin bûye pirsgirêk. Bi awayek azad nikarin serdana, rez û bexçeyê xwe bikin û sewalên xwe biçêrînin.

Çavkanî: Rojnews

(cx)