'Bêdengiya garantor tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re'

Jinên siyasetmedar diyar kirin ku bêdengiya dewletên garantor dihêle ku dewleta Tirk sûcên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike.

'Bêdengiya garantor tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re'
26 adar, 2021   04:31
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 17`ê Adarê ve êrişên xwe li ser gundewarên navçeya Eyn Îsayê girantir kirine. Ev êriş di nava bêdengiya Rûsya ya garantor de tê kirin û di encamê gelek ji sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, endamên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji ANHA`yê re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/03/25/204341_-.webp

Endama nivîsgehê Ebîr El-Salih wiha got: "Geşedan û nakokiyên dewletên derve li ser qada Sûriyê diyar dike ku ev dewlet dixwazin temenê aloziya Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe dirêj bikin. Hevkariya dewletên garantor bi dewleta Tirk re dihêle ku sûcên xwe li Eyn Îsa û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike." 

Ebîr El-Salih destnîşan kir ku çareseriya herî gunaw ji bo gel û pêkhateyên herêmê Rêveberiya Xwesere e ku xwestekên wan pêk anîn. Ebîr El-Salih diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Eyn Îsa û rêya M4 siyasetek e da ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin, ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin.

/kr/uploads/files/2021/03/25/204402_-.webp

Intîsar Hesen jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê, ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û wiha domand: "Armacna wan ku tirsê di nava şêniyan de ava bikin û guhertina demografî li herêmê pêk bînin."

Intîsar Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk komkujî li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk anîn û armanca wan ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin wek ku çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin, her wiha got, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixebite da ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe.

Intîsar Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku li Sûriyê pêk tê lîstokek e di navbera dewlet û aliyên dijber de ye û bêdengiya navneteweyî tê wateya hevkariya eşkere bi dewleta Tirk re."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vk-u9yoC3aA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>