Şerê qirêj ê ku dewleta Tirk bi kar tîne; Madeyên hişbirê

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Herêma Firatê eşkere kir ku di doza madeyên hişbirê de 179 kes hatine girtin û diyar kir ku di heman warî de 99 dozên din hene ku nehatine çareserkirin.

Şerê qirêj ê ku dewleta Tirk bi kar tîne; Madeyên hişbirê
25 adar, 2021   23:38
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Dewleta Tirk a dagirker li gel êrişên leşkerî ku li dijî herêmê pêk tîne, şerekî taybet li dijî gelên herêmê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, ji propagandayan û derewan bigire heta bigihêje belavkirina madeyên hişbirê di nava civakê de, ji bo xirabkirina civakê hemû rê û rêbazên qirêj xistiye dorê.

Belavkirina madeyên hişbirê ji rêbazên herî kirêt e ku dewleta Tirk di şerê xwe ya taybet de ya li dijî herêmê dimşîne. Bi armanca parçekirina civakê bi taybet çîna ciwanan, bi rêya bazirganan madeyên hişbirê derbasî herêmê dike.

Di vê dawiyê de belavbûna madeyên hişbirê li herêmê ji aliyê bazirganan ve ku wan bi rêya sînorên Tirkiyê derbasî herêmê dikin, zêde bû.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Têkoşîna li dijî madeyên hişbirê, dem dem pêngavan didin destpêkirin, bazirganên madeyên hişbirê, kesên ku bi kar tînin, digirin û madeyan desteser dikin.

/kr/uploads/files/2021/03/25/211537_-.webp

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Herêma Firatê Kawa Hemo got: “Li ber destê me gelek dosya hene. Me berê gelek pêngav li dijî madeyên hişbirê orgenîze kirin û heta radeyekê em bi ser ketin.”

Hemo da xuyakirin ku ew ji pêngavan armanc dikin ku civakê ji vê madeyê xilas bikin û li gorî wan pêngavan ji 2017`an ve û heta niha gelek miqdar ji madeyên hişbirê mîna Hîrowîn, heşîş û derzî desteser kirine.

Hemo wiha pê de çû: “Me du qonaxên pêngavên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê bi dawî kirin û pêngavên me berdewam in. Di vî warî de 99 dosya li cem me hene. Me 179 kes girtin di nav de kesên ku wan bikar tînin û bazirgan hene, qeydên wan kesan gihaşt ber destê dozgeriya giştî û li benda dayîna biryarê ne. »

Hemo destnîşan kir ku ev made bi rêya sînorên dewleta Tirk a dagirker derbasî herêmê dibin.

ARMANC

Li Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di demeke berê de bi dirûşma "Bi hev re li dijî madeyên hişbirê", hemleyek ji bo hişyarkirina ciwanan û şêniyan ji xetereya belavbûna madeyên hişbirê dabû destpêkirin.

Di vî warî de hevserokê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî, Kawa Hemo piştrast dike ku armanca belavkirina van madeyan, hedefgirtina civakê û têkbirina binesaziya wê ye bi taybet çîna ciwanan û xuya kir ku temenên tên hedefgirtin di navbera 14 û 15 saliyê de ne.

Hemo îşaret pê kir ku dewleta Tirk nikarî destwerdana herêmê bike, ji ber wê şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne û destnîşan kir ku ew ji mîna vî şerî re amade ne û dê armancên dewleta Tirk têk bibin.

Di dawiyê de Hemo bang li şêniyan bi taybet dê û bavan kir ku ha ji zarokên xwe hebin û ji bikaranîna madeyên hişbirê xilas bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hBuRs5YzsEY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>