'Siyasetên Tirkiyê yên li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye'

Parêzerên Bakur û RojhilatêSûriyê gotin, siyasetên Tirkiyê yên li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan in. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku sûcên xwe yên li dijî rêbertî û hevalên wî yên li Îmraliyê rawestînin, tecrîdê bi dawî bikin û bihêlin ku parêzer û şandeyeke tenduristiyê hevdîtinê pê re pêk bînin.

'Siyasetên Tirkiyê yên li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye'
25 adar, 2021   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê got: "Redkirina daxwaza parêzeran û malbatan a hevdîtinên bi girtiyên li Îmraliyê binpêkirineke mezin li qanûnên navneteweyê yên mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Me ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya Stenbolê bihîst ku serdozgeriya giştî ya dewleta Tirk îro, di 25.03.2021’an de bang li malbata rêber Ocalan, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş kir, da ku bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Mihmet Ocalan birayê rêber Abdullah bi rêya telefonê bi rêbertî re axivî, lê di dema 3 deqe ji axaftin derbas nekiriye de, peywendî qut bû. Her wiha axaftina Hamîlî Yildirim a bi malbata xwe re jî pir kin bû, lê birêz Veysî Aktaş û Harî Konar jî ev nêzîkatiya derhiqûqî ji aliyê dewleta Tirk de şermezar kir û red kir ku bi malbatên xwe re biaxivin.

Wek tê zanîn ji 27’ê Nîsana par de tu agahî li ser rewşa rêber Ocalan de nehatine, hevdîtina parêzeran bi rêbertî re di 7’ê Tebaxa 2019’an de bû. Lê belê piştî idîayên  li ser nebaşiya rewşa rêber Ocalan di 14’ê Adarê de li ser tevnên civakî de hatin belavkirin, dihat xwestin ku parêzerên rêbertî bi muwekilê re hevdîtinê pêk bînin, da ku rewşa tendurisî bizanin û tedbîrên lezgîn der barê rewşa rêbertî de bigirin ku êdî ji ber wê raya giştî ya gel bi fikar e. Lê dewleta Tirk hîna jî daxwazên parêzerên rêber Ocalan ên hevdîtina bi muwekîlê xwe re red dike û îro jî tenê bi telefona ku 3 deqeyan derbas nekiriye, bes dît.

Heta îro tu agahiyên eşkere û zelal li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bi dest nekitine. Daxwaza hevdîtinê û naskirina rewşa tenduristî ya rêbertî xwestekeke cidî ye, divê dewleta Tirk qebûl bike û bihêlin ku parêzer hevdîtinê pê re bikin û şandeyek ji bijîkan hebe, da ku rewşa tenduristî ya rêbertî zelal bikin û testên pêwîst pêk çêbikin.

Redkirina daxwaza hevdîtina parêzeran a bi muwekilê xwe re, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ya mafên mirovan e. Ji ber ku hevdîtina girtiyekî bi parêzerên xwe re li gorî tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî, ji mafên rewa ne. Her wiha komek ji rêgezên girêdayî parastina tevahî kesên di şêweyên girtin an jî girtina bi zanabûn re derbas dibin de, li gorî biryara NY’yê ya 43/174 ku di 9’ê Kanûna 1988’an de hatiye dayîn de bi taybet rêgezên bi jimareyên (1-6-18-19) piştrast dike ku divê îşkenceya derûnî û danûstandina dermirovî li hember girtî pêk neyên û mafên girtî heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re pêk bîne.

Em wek Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li NY’yê ku xwediya rêgezên navborî ye dikin, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin, da ku sûcên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî yên li Îmraliyê de rawestîne, tercîrda rake, li gel wê jî da ku dewleta Tirk yekser bihêle Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û pê re şandeyeke tundirsutî serdana Îmraliyê bikin û hevdîtin bi rêbertî û hevrêyên wî re pêk bînin, rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin, her wiha bang li wan saziyên navborî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku bersiva xwestekên me bide û me wek Desteya Parastinê Rêbertî bihêle hevdîtinê bi rêbertî bikin û rewşa wî bizanin."

(fr)

ANHA