TAJÊ: Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî piştgirî da biryara berxwedanê ya MXDŞ’ê û ragihand ku dê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.

TAJÊ: Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin
25 adar, 2021   14:01
ŞENGAL 

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) îro bi saziyên Şengalê re civiya û piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş biryara xwe ya berxwedanê ji  raya giştî re ragihandibû.

Rojnewsê ragihand ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nîşan da û diyar kir ku dê li hemberî hemû êrişan xwe biparêzin.

Sîham Şengalî daxuyanî xwend û got: “Em wek jinên êzidî heya dawî em ê axa xwe biparêzin. Ger pêwîst bike emê bi zarokên xwe re li beramberî êrişkaran berxwedanî û şer bikin. Em civakê êzidî bi dehan ferman li ser me re derbas bûne û hatine qetilkirin, xwestin me qir bikin lê negihîştin armancên xwe. Ji ber girêdana me bi bawerî û çanda me heye em gihêştin vê astê ji berxwedanê. Heya Fermana 74’an civaka me bê rêxistin hatibûn hiştin di wir de em hatin esîr kirin û di bazaran de jinên me ji aliyê DAIŞ’ê hatin firotin.”

Sîham wiha domand: “Piştî Fermana 74’an ku Şengal  ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hate rizgarkirin, me xweseriya xwe ya demokratîk sazî û dezgehên xwe yê sivîl û leşkerî ava kirin. Kar û xebata me li ser esasê Şengalek xweser û serbixwe tu kes serweriya xwe li ser nede meşandin, bû. Xweseriya Şengalê hêşt koçberên ji derve carek din berê xwe bidin xaka xwe ya pîroz. Ev xweserî ne li gor berjewendiyên hikûmetên desthiladar bûn, loma rû bi rû dihêlin em rastî pîlan û lîstokan bên. Daxwaza wan ewe hêzên me yên leşkerî tesfiye bikin lê bi bertekên dayik û ciwanên berxwedêr ev plan vala derxistin. Herî dawî jî artêşa Iraqê daxwaz dike derbasî çiyayên me yên pîroz bibe û hêza me li wan deran tune bike. Em van helwestan û parçekirina rêxistin û xweseiya Şengalê şermezar dikin.

Çiyayên Şenagalê pîroz in û hebûna me temsîl dikin, ew cihên parastina me ne, em qebûl nakin hêzên ji derve dest dirêjî hebûna me bikin. Em ji bo Şengaleke azad û serbixwe banga piştevaniyê dikin. Em bi aştî û aramiyê dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin ji ber em miletekî aştîxwaz in lê yên ku êrişî li ser nirxên me bikin em ê jî bertekên xwe nîşan bidin. Em jinên Şengalê bang li hikumeta Iraqê dikin ku dev ji êriş û tehdîtên xwe berde, lê ger ew di biryara xwe de bi israr be em ê jî çek rakin, li ser bigirin û mil bidin hev, parastina xak û çiyayên xwe, li ber xwe bidin û şer bikin.”