Artêşa Tirk a dagirker gundekî li rojhilatê Qamişloyê hedef girt

Artêşa Tirk a dagirker sewalên gundê Girkê Zêra yê girêdayî bajarokê Tenûriyê yê bajarê Qamişloyê bi guleyan hedef girt.

Artêşa Tirk a dagirker gundekî li rojhilatê Qamişloyê hedef girt
25 adar, 2021   11:26
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker gundê Girkê Zêra yê li ser sînor ê girêdayî bajarokê Tenûriyê (15 km li rojhilatê Qamişloyê) bi guleyan hedef girt.

Şêniyên gund diyar kir ku duh saet di 16:30`an de 3 erebeyên artêşa Tirk a dagirker hatin ser sînor û gule li gund reşandin. Wê demê komeke zarokan pezê xwe diçêrand û di encama gulereşandinê de, 3 sewal telef bûn û 9 sewal jî birîndar bûn.

Îsmaîl Ehmed El-Mehêş ê xwediyê sewalên hatine hedef girtin, ji şêniyên bajarê Helebê ye û ji beriya 20 salan ve li gund bi cih bûye. El-Mehêş wiha got: “Panzêrên dewleta Tirk gule bi awayekî bê ser û ber li zarok û sewalan reşandin. Ji ber vê sûcî min nêzî 6 milyon lîre zirar kir.”

Îsmaîl bang li aliyên peywendîdar kir ku sînorekî ji sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.

Zarokê bi navê Mehmûd Îsmaîl ku şahidiya bûyerê kir, got: “Me pezê xwe diçêrand, me dît 3 panzêr ber bi me ve tên. Leşkerek ji panzêrekê daket û gule li me reşandin, em ji tirsan reviyan.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I2DH8ck0w0s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>