Dewriyeya hevbeş a 44`emîn li gundên Dirbêsiyê û Amûdê hate meşandin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa Tirk a dagirker vê sibehê li gundên navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê dewriyeyeke hevbeş meşand.

Dewriyeya hevbeş a 44`emîn li gundên Dirbêsiyê û Amûdê hate meşandin
25 adar, 2021   11:15
 HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş a 44`emîn ku di çarçoveya peymana Soçiyê ya 22`yê Cotmeha 2019`an pêk tê, ji dergeha Şêrik a 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê, dest pê kir. Dewriye ji 4 panzêrên dewleta Tirk û Rûsyayê û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Deweriyeya hevbeş li gundên navçeya Dirbêsiyê û navçeya Amûdê yên Şêrik, Delîk, Selam Elêk, Qentêra, Qermanê, Til Gidîş, Xenamiyê, Kerbetlî, Bab Mehemûd, Til Teyra, Cidêdê, Til Kermê, Xasikê, Diwêre, Xerzê, Xanikê û Bihêre geriya.

Şêniyên gundên navçeya Dirbêsiyê ku hebûna dagirkeriya Tirk li herêmê red dikin, kevir avêtin dewriyeya hevbeş.

(cx)

ANHA