MXDŞ’ê biryara berxwedanê da-HATE NÛKIRIN

Civîna MXDŞ’ê ya bi nûnerên civaka êzidî û hêzên leşkerî re bi dawî bû. MXDŞ’ê biryar da ku li dijî gefên li dijî Şengalê li ber we bidin.

MXDŞ’ê biryara berxwedanê da-HATE NÛKIRIN
25 adar, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, PADÊ, TAJÊ, rûspî û oldaran civiya û bi daxuyaniya çapemeniyê helwesta xwe ya der barê ferzkirinên hikumeta Iraqê de eşkere kir.

MXDŞ’ê ragihand ku hikumeta Kazimî li ser wan ferz dike ku YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê Şengalê terk bike. Li beramber van tehdit û ferzkirinan MXDŞ’ê biryara berxwedanê da û ev bang kir: “Me heya niha her rêbaza çareseriyê esas girt û ji hikumeta Iraqê jî daxwaz dikin, serî li rêya şer nexe. Em ji tehdîtên wan natirsin. Lê eger ew di şer de israr bikin, em ê jî li ber xwe bidin.”

Nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser tehdîtên hikumeta federal a Iraqê ya li ser daxwaza PDK  û Tirkiyê dike, civiyabûn. Piştî civînê bi amadebûna hemû beşdarên civînê li çiyayê Şengalê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Bi navê MXDŞ’ê û hemû pêkhateyan hevseroka Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Rîham Hiço daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, tevî hemû hewldanên çareserîyê ya rêveberiya xweser jî hikumeta Iraqê û PDK li ser pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê israr dikin û hate gotin: “Em weke Meclîsa Xweser a Şengalê îro bi rojeveke taybet civiyan. Civîna me li ser gefên Hikumeta Federal a Mistefa Kazimî bû. Me di civînê de nirxandinên berfireh kir û helwest girt.”

Di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 2014’an hatin bibîrxistin û wiha dewam kir: “Civaka Ezîdî bi hezaran sale li ser vê axê bi ziman, ol û çanda xwe, bi pêkhate û baweriyên cûda re dijî. Di dirokê de ti carî Ezîdî zilm li gel û baweriyan cûda nekiriye. Timî bi dostanî û biratî nêz bûye. Lê tevî vê yekê jî mixabin, gelek caran em di fermanê re derbas bûn, bi destê împeretor û seltenetan hatin qetil kirin. Weke tê zanîn 3’yê Tebaxa 2014’an hêzên ewlekariya Iraqê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hişt. Hem hêzên PDK’ê hem jî yên Iraqê ji Şengalê reviyan. Ji ber vê di pêkhatina fermanê de ew her du hêz berpirsiyarin.

‘PKK Û YPG BI HAWARA ME DE HATIN’

Dema ev sûcê dîrokî hate kirin, gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê bi hawara me ve hatin. Bi hatina wan hêzan Êzidiyên rizgar bûn, li dijî DAIŞ’ê dest bi têkoşînê kirin. Em tevlî pêngava têkbirina DAIŞ’ê bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê 390 şehîd di vê oxirê da da û 1060 birîndar û gaziyên me çêbûn. Dema ferman çêbû, bi hezaran Êzidî koç kirin, bi hezaran jin, zarok û kal hatin revandin. Hîn jî aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn.”

Rîham Hiço diyar kir ku civaka êzidî dersên mezin ji Fermana 73’yan derxistine û wiha pêde çû: “Me ji fermana 73’yan dersên mezin derxist. Eşkereye ku bêyî hêzên parastina êzidiyan, hêzên Iraqê wê nekarin Şengalê biparêzin. Em nikarin weke civaka êzidî êdî di mijara ewlekariyê de bawerî bi wan hêzan bînin. Ol, ziman û çanda me xwediyê taybetmendiyên xweser e. Di destûra Iraqê de derbas dibe ku Şengal dikare xwe birêve bibe. Dîsa dikare hêzên xwe yên parastinê hebe.”

‘KAZIMÎ GUH NADE ÊZIDIYAN, GUH DIDE DEWLETA TIRK Û PDK’Ê’

Di daxuyaniyê de careke din hewldanên çareseriyê yên Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Gelek caran me projeya çareseriyê pêşkêş kir, li şuna ku Kazimî guh bide daxwazên êzidiyan, bi Tirkiye û PDK’ê re li dijî Şengalê li hev kir û Peyman mohr kir. Em peymana 9’ê Cotmehê weke komployek dijî Êzidiyan dibinin û red dikin. Ev peyman ji bo tasfiyekirina êzidiyan e. Ew tasfiyeya ku DAIŞ nîvco hiştbû, peymana Bexda-Hewlêr dixwaze temam bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotinku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sozên ku daye êzidiyan bi cih neanîne û wiha dom kir: “Ev nêzî 6 mehe me gelê me hemû rê û rêbazên demokratîk pêkanî ji bo nerazîbûna xwe ya dijî vê tifaqê îfade bikin. Em gelek caran bi nûnerên Iraqê re civiyan, ji bo alozî û şer rû nede. Me ji aliyê xwe ve gelek hewl da û her çareserker nêzbûn. Hikumeta Kazimî jî her carê soz da, lê daxwazên gelê me bi cih neanî û her carê xwestin Êzidî bêparastin bihêlin. Herî dawî 15’ê Adarê hevdîtinek di navera rêveberiya xweser û şandeya ji aliyê hikumeta Kazimî ve hatibû şandin de çêbû. Di vê hevdîtinê de me hemû daxwaziyên xwe bi awayeke eşkere ragihand. Li gorî me pirsgirêka Şengalê ne ewlekariye, ji serî heya dawî siyasiye. Çareseriya wê jî dê bi naskirina Statûya xweseriyê çareser bibe. Dema statû zelal bibe, wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Şande wê deme daxwazên me guhdar kir û diyar kir ewê li ser van daxwazên me bixebitin. Lê wê deme du tişt ji Rêveberiya Xweser xwestin; a yekemîn derketina hêzên Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê û hatina artêşa Iraqê ji bo çiyayê Şengalê bû. Ji bo pêkanîna wê jî heya 1’ê Nîsanê dem dabûn. Diyarkirina dîrok ji bo me manidar e. Ev dîrok rastê pavşekişandina gerîlayên HPG’ê ji çiyayê Şengalê tê.”

MDXŞ’ê de ev daxwazên Iraqê red kirin û got: “Rêveberiya me ev daxwazên Iraqê di cih de nabîne û qebûl nake. Baweriya gelê me bi hêzên me yên asayîşê û YBŞ’ê heye. Hîn jî bandora fermanê li ser civaka me heye. Dema PDK û hêzên Iraqê gelê me bi DAIŞ’ê re rû bi rû hişint, asayîş û YBŞ civaka me parastin. Dîsa yê ku xwedî li civaka Êzidî derket Rêveberiya Xweser bû. Niha çi pêwîstî heye ku artêşa Iraqê bikeve çiyayê Şengalê? Jixwe hêzek girêdayî artêşa Iraqê û şirte li çiya hene. Dîsa YBŞ weke hêzekî fermî ya girêdayî Iraqê li wire û parastina çiya dikin. Ma çi pêwîste hemû çiyayê Şengalê bi hêzên leşkerî tijî bikin? Gelo Iraq nizane li hemû deverên Şengalê cihên me yên pîroz hene?”

‘EM DAXWAZA MAFÊN DESTÛRÎ Û MIROVÎ DIKIN’

Daxwazên Rêveberiya Şengalê jî wiha hatin rêzkirin: “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê careke din biryara xwe eşkere dikin û bersiv didin hikumeta Mistefa Kazimî; em weke hemwelatiyên Iraqê mafekî desturî û mirovî daxwaz dikin. Daxwazên me meşru û qanûnîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hêza me û projeya me heye û amadene çareser bikin. Em li vê herêma xwe şer û alozî naxwazin. Ev tişt xizmetê ji Iraqê re jî nake. Lê hikumeta Kazimî me tehdît dike û behsa bikaranîna rêbazên leşkerî dike. Dîsa hinek rayedarên herêmî jî behsa rijandina xwînê dikin. Em ji gef û tehdîtên tu kesî natirsin. Tu hêz jî nikare me vegerîne beriya fermanê. Eger ji derveyî diyalog û mûzakereyan rêbazên din li dijî me werin bikaranîn, helbet emê jî parastina xwe bikin. Em nikarin civaka xwe beramber fermanan bê parastin û bê îrade bihêlin. Ji lewma em ev daxwazên Iraqê red dikin. Em ê ne Asayîşê ji holê rakin ne jî rê bidin artêş bikeve wargehên me yên pîroz. Ev li gorî baweriya me jî nayê qebûl kirin. Eger Hikumeta Kazimî li ser wan gefên xwe bi israr be, ji bo artêş bişîne ji bo li dijî êzidiyan şer bike, em ê jî li ber xwe bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga guhdayîna daxwazên civaka êzidî û xwedî derketina li Şengalê li NY, YE û hemû hêzên Kurdistanî hate kirin, rola xwe bilîzin û pêşî li şer û aloziyan bigirin. Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Xweseriya Şengalê”, “Bijî xweparastina Şengalê”, “Hol hola Tawisê Melek e” bi dawî bû.