Fermandariya Heftanînê bang li kesên bi dijmin re dixebitin kir

Fermandariya Eyaleta Heftanînê bi daxuyaniyekê hişyarî da kesên ku xizmeta dagirkeran dikin û got: Em bang li wan dikin dest ji xebata bi dijmin re bedin û li gorî welatparêziya tevbigerin."

Fermandariya Heftanînê bang li kesên bi dijmin re dixebitin kir
25 adar, 2021   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Eyaleta Heftanînê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li her dera Kurdistanê û herî dawîn jî li Garê û Heftanînê berxwedaneke xurt nîşan da û ji bo gelê Kurd serkeftinên mezin ava kir. Gelê me bi hêza ku ji gerîla distîne, bi moral û ruhê Garê daket qadên Newrozê û careke din nîşan da ku ew gelê serhildanê ye.”

Di pêvajoyeke wisa de dewleta Tirk a dagirker dev ji planên xwe yên dagirkeriyê bernedaye û dixwaze zêdetir bike. Bi taybetî dixwazin hin kesên ji Başûrê Kurdistanê tevlî vî tiştî bikin û wan ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar bînin. DI vê çarçoveyê hin kes ji bo berjewendiyên madî alîkariyê didin dagirkeran, li Girê Koordîneyê ya li qada Bektorya ya Heftanînê, di xebata çêkirina rêyan de de dixebitin. Li Kurdistanê ji bo dagirkeriya leşkerî ev rê tên çêkirin. Cihgirtina di xebatên rêyan de tê wateya xizmetkirina ji dijmin re û ev kar li dijî gelê Kurd û Kurdistanê sûcekî mezin e.

Kesên di xebatên ji bo xizmeta dagirkeran de dixebitin berê jî ji aliyê fermandariya me ve, hatibûn hişyarkirin. Gelek kesan rûyê rastîn ê dijminê dagirker dîtine û li ser vê banga me dev ji xizmeta dagirkeran berdane. Lê hinek kes hê jî xizmeta dagirkeran dikin û di dagirkeriya Başûrê Kurdistanê de rol dilîzin. Em careke din bang li van kesan dikin ku bila dev ji van kirinên xwe yên xizmeta dijmin dike û ne li gorî welatparêziyê ye berdin."