MXDŞ’ê civîneke awarte bi nûnerên saziyan û hêzên parastinê re li dar xist

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ û nûnerên rêxistinên civakî re têkildarî gefên li ser Şengalê bi awayeke awarte civiya. Dê encam û biryarên civînê, bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin.

MXDŞ’ê civîneke awarte bi nûnerên saziyan û hêzên parastinê re li dar xist
25 adar, 2021   08:49
ŞENGAL

Tevî hemû daxwazên pêkhateyên Şengalê û civaka êzidî jî hikumeta Iraqê û PDK di peymana Bexda-Hewlêrê ya ji bo têkbirina destkeftiyên êzidiyan de israr dikin. Hikumeta Federal a Iraqê ku ji YBŞ’ê re ragihandiye divê ji çiyayê Şengalê derkeve û asayîşa Êzîdxan jî ji nava bajar derkeve, MXDŞ îro careke din ji bo nirxandina gefan, bi awayekî awarte li Şengalê civiya.

Li gorî nûçeya Rojnewsê nûnerên YBŞ-YJŞ, Asayîşa Êzîdxanê, nûnerên PADÊ û TAJÊ, nûnerên rêxistinên civaka sivîl a Şengalê jî di civîna MXDŞ’ê de amade ne.

Hate ragihandin ku piştî civîn qediya dê MXDŞ li gel nûnerên saziyan encam û biryarên civînê ji raya giştî re eşkere bikin.

Duh jî rûspî û oldarên êzîdî li Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwesta xwe ya der barê mijarê de eşkere kiribû û bang li civaka êzidî kiribû ku xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.