Rojnameyên erebî: Hesabxwestina ji rejîma Sûriyê û pêşbirka li Kendavê ber bi Bexdayê ve

Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê banga projeya biryarê kir ku banga hesabxwestina ji hikumeta Sûriyê li ser sûcên ku pêk anîne dike û tekezî li ser girîngiya pêkanîna Qanûna Qeyser kir. Qeter jî derbasî pêşbirkê bû da ku sûdê ji qada dîplomatîk bigire ku piştî lûtkeya bilind a Kendavê da ku pêwendiyê bi Iraqê re li gorî niyet û hesabên cuda bike.

Rojnameyên erebî: Hesabxwestina ji rejîma Sûriyê û pêşbirka li Kendavê ber bi Bexdayê ve
25 adar, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser hewldanên komîteya Senatoya Amerîkayê ji bo hesabxwestina ji rejîma Sûriyê, pêşbirka Kendavê da ku pêwendiyê bi Bexdayê re bike.

‘KOMÎTEYA SENATOYA AMERÎKAYÊ PROJEYA HESABXWESTINA JI REJÎMA SÛRÎ DA’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa projeya Amerîkayê ji bo hesabxwestina ji rejîma Sûriyê kir û wiha got: "Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê projeya biryara ku banga hesabxwestina ji rejîma Sûriyê li ser sûcên wê dike, da.

Komîteyê bi hemû endamên wê yên Demokrat û Komarparêz projeya biryarê di salvegera 10`emîn a xwepêşandanên li Sûriyê de erê kir.

Serokê komîteyê Bob Mendes û Jim Rich kêfxweşiya xwe ji ber destekdayîna mezin ji projeyê re diyar kir û îşaret bi girîngiya hesabxwestina ji El-Esed û alîgirên wî kir heta ku ev demê jî bixwaze.

Di projeyê de sûcê ku rejîma El-Esed li dijî gelê xwe pêk aniye, hate şermezarkirin, her wiha tekeziyê li ser pêkanîna DYA`yê ku berpirsyariya sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan bigire ser rejîm û alîgirên wî.”

‘QETER ENCAMÊN EL-ULA Û TÊKILIYA BI ÎRANÊ RE KEYSBAZ DIKE’

Rojnameya El-Ereb behsa tevgera nû ya Qeterê kir da ku sûdê ji dîplomatan bigire da ku pêwendiyekê bi Bexdayê re bike û wiha got: "Qeter bi lez kete tevgerê da ku sûdê ji qada dîplomatîk bigire ku piştî lûtkeya El-Ula ya Kendavê keysbaz kir û derbasî pêşbirka Kendavê ya pêwendiyên bi Iraqê re li gorî niyet û hesabên cuda bû." 

Serdana wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdulrhman Al Sanî ji Bexdayê re û hevdîtina wî bi berpirsên Iraqê re gaveke girîng bû di keysbazkirina qada dîplomatîk de, bi taybet ku têkiliya Qeterê bi Îranê re wê dûrî xetereya refleksên şepêlên siyasî yên Iraqî ku li ser Tehranê têne hesabkirin û ev yek ku rastî hewldanên dewletên Kendavê yên din tê, bi taybet Erebistana Siûdî.”

‘FRANSAYÊ BANGA DAYÎNA BIRYAREKE NAVNETEWEYÎ YA TÊKILDARÎ LÎBYAYÊ KIR’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Nûnerê Fransayê yê NY`yê Nicholas de Riviere bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku di zûtirîn demê de der barê danîna mekanîzmaya şopandina pêkanîna agirbesta li Lîbyayê de biryarekê bidin.

Nicholas de Riviere li pêşiya meclisê wiha axivî: "Divê meclis banga gelê Lîbyayê pêk bîne û bêyî derengmayîn divê biryarê bide ku derfetê bide şandeyeke NY`yê ku destekê bide Lîbyayê da ku mekanîzmaya aktîf û belgekirî belav bike da ku lihevkirina agirbestê bişopîne."

(bx)