QSD : Di şeva 23`yê Adarê de 7 şervanên me şehîd ketin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD eşkere kir di encama bomebarana artêşa Tirk a dagirker de ya li ser Eyn Îsayê di 23`yê Adarê de 7 şervanên hêzê şehîd ketin.

QSD : Di şeva 23`yê Adarê de 7 şervanên me şehîd ketin
24 adar, 2021   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di şeva 23`yê Adarê de artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gundê Dibis yê Eyn Îsayê êrişeke bejahî da destpêkirin. Di encama bersivandina QSD`ê de şer der ket, gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbû û her wiha 7 şervanên QSD`ê şehîd ketin.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye :

Roja 23ê Adarê di saetên şev de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê gundê Dibis ya Eyn Îsa êrişek dan despêkirin. Hêzên me bersivê vê êrişê dan û li derdora gund şerên dijwar qewimîn û êrişa bejahî ya dagirkeran têk birin. Li ser vê yekê çeteyên dagirkera Tirk herêmê bi çekên giran û bi dronan bombebaran kirin. Di encama şerên ku rû dane de gelek kuştî û brîndarên dijmin çêbûn lê hejmar nehat zelalkirin. Her wiha di encama bombebaranan de 7 rêhevalên me gihiştin şehadetê.

Agahiyên der barê windahiyê me ku di çapemeniya şerê taybet a Tirk de derbas dibin ne rast in.