Xwendekarên serkeftî yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatin xelatkirin

Rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarokê Giranêc ji bo xwendekarên serkeftî yên hemû qonaxên perwerdeyê yên dibistanên gundewarê rojhilatê Dêrazorê şahiyek li dar xist.

Xwendekarên serkeftî yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatin xelatkirin
Xwendekarên serkeftî yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatin xelatkirin
Xwendekarên serkeftî yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatin xelatkirin
22 adar, 2021   18:37
DÊRAZOR

Rêveberên Komîteya Perwerdê, mamosteyên dibistanan, şêniyên herêmê û nûnerên saziyên sivîl ên li aliyê rojhilatê Dêrazorê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi gotina mamoste Ehmed Fadil dest pê kir û bixêrhatina beşdaran kir, piştre bi navê Rêveberiya Nivîsgeha Perwerdeyê Umer Mixlif û hevserokê Meclisa Firatê Ebdullrehman Dixêfîc axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn îşaret bi girîngiya zanistê ya li herêmê kir ku piştî wêrankirina qada perwerdeyê ya di pêvajoya 9 salan de pê re rû bi rû ma û spasiya kadroyên perwerdeyê yên li herêmê kirin.

Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarokê Giranîc xwendekarên serkeftî yên li dibistanên girêdayî bajarok xelat kir û da ku moralên wan bilind bikin, diyarî li wan belav kirin û xelatên sembolîk li mamosteyan jî belav kirin.

 (eh)

ANHA