Rûsyayê li çolistana Sûriyê baregehên DAIŞ'ê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 seatên derbasbûyî de 54 êriş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê pêk anî

Rûsyayê li çolistana Sûriyê baregehên DAIŞ'ê bombebaran kir
22 adar, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê bombebarana li dijî herêmên bicihbûn çeteyên DAIŞ'ê li deverên cuda yên çolistana Sûriyê didomîne, her wiha balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetên derbasbûyî de 54 êriş pêk anîn.

Balafiran gundewarên rojhilayê Hamayê, çolistana Reqayê, sînorê navbera Reqa û Dêrazorê û çolistana El-Meyadîn kir hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama topbarana balafirên Rûsyayê de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Têkildarî mijarê, duh li rojhilatê çolistana El-Meyadîn komên alîgirên Îranê û çeteyên DAIŞ'ê bi hev ketin û di encamê de birîndar û kuştî çêbûn.

(dm)

ANHA