YE ji bo nîqaşkirina têkiliyên bi Rûsya û Tirkiyê re civînekê li dar dixe

Wezîrên karên derve yên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) îro li hev dicivin û dê têkiliyên bi Tirkiye, Rûsya û dewletên başûrê Deryayê Spî re nîqaş bikin.

YE ji bo nîqaşkirina têkiliyên bi Rûsya û Tirkiyê re civînekê li dar dixe
22 adar, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komserê têkiliyên derve yê YE`yê Josep Borrell ragihandibû ku dê îro raporeke giştî têkildarî têkiliyên bi Tirkiyê re ji wezîran re pêşkêş bike.

Dîplomatekî ewropî eşkere kir ku wezîrên karên derve dê îro cezayên din li Rûsyayê ferz bikin û dê rêbazên hevkariya siyasî bi dewletên li başûrê Deryayê Spî re nîqaş bikin.

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel û seroka komseriya Eworpayê Ursula von der Leyen hefteya borî di hevdîtinekê de ku beriya lûtkeya Ewropayê hatiye lidarxistin, ji bo avakirina têkiliyeke aram bi yekitiyê re bang li serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir ku şert û mercan peyda bike.

Li gorî daxuyaniya piştî hevditînê her duyan girîngiya kêmkirina asta gurkirina domdar û avakirina baweriyê destnîşan kirine da ku têkiliyên erênîtir di navbera Tirkiye û YE`yê de werin avakirin.

Li gorî nivîsgeha Erdogan, Erdogan li ser pêşbiniyên xwe der barê derketina encamên zelal di lûtkeya Ewropayê de bi israr e û banga destpêkirina diyalogeke payebilind kir.

Rayedarên ewropî jî hişyar dan ku ew ji kiryarên serokkomarê Tirk piştî salekê li ser nakokiya dijwar, metirsîdar in.

YE`yê hefteya borî sûcên li dijî mafên mirovan ên li Tirkiyê şermezar kirin û nerazîbûna xwe li dijî doza girtina HDP`ê nîşan da.

AFP`ê ku agahiyên xwe dispêre jêderekî dîplomatîk, da zanîn ku lîderên ewropî di Çileya 2020`an de biryara ferzkirina cezayên din ku berê hatibûn amadekirin li Tirkiyê dabû, lê ev ceza li benda encamên lûtkeyê man û nehatin ferzkirin.

(şx)