'Divê rêxistinên mafên mirovan erkên xwe li hemberî rêbertî bi cih bînin'

Çalakgeran ji bin konê çalakiya kovendanê ya li Kobanê gotin, ew ê çalakiya xwe bidomînin heta ku agahiyekê ji rêber Abdullah Ocalan bigirin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe yên li hemberî rewşa rêbertî bi cih bînin.

'Divê rêxistinên mafên mirovan erkên xwe li hemberî rêbertî bi cih bînin'
19 adar, 2021   14:38
 KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Piştî ku dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk agahiyên der barê nebaşiya tenduristiya rêber Abdullah Ocalan belav kirin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê çalakiya kovedanê bi dirûşma “Dem dema azadiya Serok Apo ye” li Qadaa Şehîd Egîd orgenîze kir. Çalakî di roja sêyemîn de ye, armanca ciwanan ji vê çalakiyê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin. Endamên sazî û navendên sivîl û xizmetguzarî yên herêma Firatê, şêniyan û ciwanan tev li çalakiyê dibin.

Her wiha gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Di çalakiyê de gelek şêniyên ku tev lê bûne nêrînên xwe têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina tenduristiya wî de bi ANHA`yê re parve kirin.

`JI FIKIRÊ RÊBERTÎ DITIRSE, LEW RA TECRÎDÊ LI DIJÎ FERZ DIKE`

Şêniyê bi navê Îsmaîl Şêxo got: “Em şopdarên rêya rêber Abdullah Ocalan in. Em dê xwedî lê û li keda wî derkevin. Em dibêjin ku divê tevahî rêxistinên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, erkên xwe li hemberî rêbertî bînin cih. Ew niha ji ber tecrîdê ji hemû mafên xwe bê par hatiye hiştin.”

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji tirsa fikirên rêber Abdullah Ocalan ê ku banga azadî û demokratiyê dike, tecrîdek giran lê ferz dike. Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk hesabê ji vî fikirî dike ku li ser pergalên dîktator xeter e û da ku pergalên demokratîk li Rojhilata Navîn ava nebin.

Şêxo wiha berdewam kir: “Em gelek aştîxwaz in û em banga mafên hemû gelên bindest, jiyana bi tevahiya pêkhateyên li ser vê erdê dikin. Gelo çima dewleta Tirk dijminahiya me dike? Em tenê mafên xwe dixwazin û dixwazin mîna tevahiya gelên herêmê bi azadî li welatê xwe bijîn.”

Şêxo di dawiyê de bang li tevahiya gelan kir ku rabin ser pêyan heta ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere dibe, tecrîda li ser bi dawî dibe, zulm ji holê rabibe û tevahiya girtiyên di zindanên Tirkiyê de azad bibin.

`DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ ERKÊN XWE LI HEMBERÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN BI CIH BÎNIN`

Ji aliyê xwe ve dayîka Emîna Muslim tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya cîhanî li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye û mafên tevahiya gelên bindest û azadîxwazin diparêze. Azadiya rêbertî azadiya mirovahiyê ye.”

Dayîka Emîna di dawiyê de got: “Em dê şopdarên têkoşîna rêber Abdullah Ocalan bin heta ku azad dibe. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî mafên mirovan naparêzin.”

`ÇAWA RÊBERTÎ JI BO MAFÊN JINAN TÊ KOŞIYA, DIVÊ JIN JÎ JI BO AZADIYA WÎ JÎ TÊ BIKOŞIN`

Jina ciwan bi navê Selama Fadil got: "Em tev li çalakiya konvedanê bûn, em dibêjin wek jinên Kobanê heta ku agahiyekî li ser rewşa rêber Apo negirin, wê çalakiyên me bi dawî nebin."

Selama bang li tevahiya jinan kir ku xwedî li çalakiya ciwanan derkevin û tev lê bibin û wiha pê de çû: “Çawa rêbertî ji bo jinan tê koşiya, divê em jî ji bo azadiya wî û bi dawîkirina tecrîdê tê bikoşin. "

Selama bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a faşîst ên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne derkevin û erkên xwe bînin cih.

Ciwanê bi navê Mistefa Xelîl jî banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a faşîst kir û ev yek xuya kir: “Heta rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere nebe, em ê çalakiya li dar bixin. Divê em li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek, li her derê têkoşîna li hemberî siyaseta wê ya faşîst mezin bikin.”

Jinan ciwan bi navê Perwîn Xelîl diyar kir ku çalakiyên wan heta heta ku rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bidik, dê berdewam bikin. Her wiha bang li ciwanan kir ku tev li çalakiyan bibin û asta têkoşînê heta rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r9hzBaAxoag" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>