Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir

Şêniyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El-Hûşî (Baran Qamişlo) li goristana şehîdan oxir kir.

Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
Şêniyên Til Hemîsê şehîd Baran Qamişlo oxir kir
19 adar, 2021   14:00
QAMIŞLO

Şêniyê navçeyê cenazeya şehîd Baran ku di 17'ê Adarê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya Qamişloyê wergirtin û bi karwanekî erebeyan berê xwe da goristana şehîdan a Til Hemîsê.

Di merasîmê de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk toraneke leşkerî li dar xist.

Piştre ji fermandarên QSD'ê Hecî Til Koçer axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest û wiha axivî: "Şehîd pêşengên me ne, wan di oxira parastina xak û gelê xwe de destanên lehengiyê nivîsandin.”

Hecî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî endamê rêveberiya meclisê Abdullah El-Cemîl axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîn û berxwedanê dewam bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, hevserokê meclisa bajarokê Til Ehmed, Salih El-Xelef wesîqeya şehîd Samî El-Hûşî xwend û radestî malbatê kir. Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, hate veşartin.

(dx)

ANHA