Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin

Bi boneya salvebera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bajar û navçeyên Qamişlo daketin qadan, berxwedana gelê Efrînê silav kir û banga xurtkirina têkoşînê ta rizgarkirina Efrînê kirin.

Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
Bertekên gel ên li dijî dagirkirina Efrînê zêde dibin
18 adar, 2021   18:13
NAVEND NÛÇEYAN

HELEB

Xwepêşandêr li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û bi dirûşmeya"Bi rihê berxwedana Garê û Serdemê em ê rizgarkirina Efrînê misoger bikin" dest bi meşê kirin. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, çiqilkên zeytûnan, peykerekî navê Efrînê ku bi pelên zeytûnan li ser hatibû nivîsandin, pankartên bi nivîsên"Efrîn a me ye û mirin ji artêşa Tirk a dagirker re ye", "Ji tecrîd û faşîst û dagirkirinê re êdî bes e" û "Dem dema azadiyê ye" rakirin, her wiha diruşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/18/154542_ghryb-hsw.webp

Meş li çerxerêya Zeytûnan a li taxa Eşrefiyê veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêz hate girtin, piştre Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û behsa sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî van sûcan kir. Xerîb Hiso got: "Dagirkirina Efrînê ne wekî dagirkirina Qibris û Lîwaa Îskenderon e, şêniyên Efrînê azadîxwaz in û berdewamkirina vê dagirkeriyê red dikin, berxwedana ku di dema Berxwedana Serdemê de dan meşandin, ji cîhanê re isbat kir ku ew xwedî vîn, israr û berxwedanê ne."

Di dawiyê de Xerîb Hiso got ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê divê berxwedan were xurtkirin.

Dûvre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşîn Mûsa jî axivî û got: "Meha Adarê ji bo gelê Efrînê meha qirkirin û koçberkirinê, 3 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li dijî hemû pêkhateyên gelê Sûriyê berdewam in, armanca dagirkeran tecrûbeya jiyana hevbeş a li herêmê têk bibin."

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî bi sedan şêniyan bi meşekê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û banga rizgarkirina Efrînê kirin.

Şêniyên bi çiqilên zeytûnan ji çerxerêya Osman Sebrî dest bi meşê kirin û bê navber diruşmeyên "Na ji dagirkirina artêşa Tirk re û erê ji rizgarkirina Efrînê re" berz kirin. Her wiha banga bidawîkirina tecrîdê kirin.

Meş di nava kolanên sereke yên bajar de gerî û li pêşiya avahiya Rêxistina Mafên Mirovan a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo veguherî mîtîngê. Li wir beşdaran banga rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ya ji artêşa Tirk û çeteyên wê kir.

Li aliyekî din jî beşdaran tabloyeke bi wêneyên rayedarên Başûrê Kurdistanê li kêleka Nesir El-Herîrî  û nivîsa "Peymana heqareteke" vekiribûn.

/ar/uploads/files/2021/03/18/154411_dalya-hnan.webp

Şêniya ji Efrînê Daliya Henan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk wateya azadiyê û mafên mirovan nas nake û ev jî cihê şermezarkirinê ye.

Daliya Henan da zanîn ku dîroka dewleta Tirk a dagirker bi xwînê tê naskirin û niha jî li ser bingeha dîktatorî û yekdesthiltê hatiye avakirin û şikandina vîna gel ji xwe re bingeh digire.

Daliya Henan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî komploya navneteweyî 1999`an a li dijî rêber Abdullah Ocalan, dewleta Tirk xwest bi rêya dagirkirina Efrînê komployên xwe nû bike, dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî Efrînê kir da ku tirsê bixe nava şêniyan.

/ar/uploads/files/2021/03/18/154715_mhmd-dlyl.webp

Li aliyekî din jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Delîl jî axivî û got, dewleta Tirk bi îdiaya şerê li dijî terorê bajarê Efrînê dagir kir, armanca wê ji dagirkirina Efrînê beşek ji xaka Kurdistanê parçe bike.

Delîl diyar kir ku bajarê Efrînê bi êrişên hovane re yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hat, rû bi rû ma û peykerê Kawayê Hesinkar xistin, ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk şerê çanda kurdî dike.

ÇILAXA

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo meşek li dar xist.

Şêniyan ji çerxerêya Şehîd Mahsûm a li naverasta navçeyê dest bi meşê kir. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên"Na ji dagirkeriyê re û dema dema rizgarkirina Efrînê ye, Efrîn di dilê me de ye" rakirin û diruşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê û na ji dagirkirina dewleta Tirk re" berz kirin.

Meş li geracê veguherî mîtîngê. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre bi navê Meclisa Navçeya Çilaxa şêx Raxib El-Faris axivî û îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi rêya piştgiriya ji çeteyên xwe re Efrînê dagir kir û li dijî niştecihên wê û mirovahiyê tevde hovîtrîn sûc pêk anîn.

Şêx Raxib El-Faris diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk heman siyaseta Osmaniyan e ku li ser bingeha qetilkirin û wêrankirinê hatiye avakirin, her wiha bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide rêberê gelan rêberê azadîxwaz Abdullah Ocalan ji gelê wî qut bike û belavkirina fikirê rêbertî qedexe dike.

Endama Kongreya Star Nezha Seyfedîn axivî û salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê bi bîr xist û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir.

Nezha Seyfedîn diyar kir ku dê dîrok şahida Berxwedana Serdemê be ku şervanên Efrînê li dijî sûcên hovane li ber xwe da û hiştin ku gelek ziyan di nava leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê de çêbibin. Her wiha got, siyasetên dewletên zilhêz hişt ku artêşa Tirk a dagirker Efrînê dagir bike û şêniyên wê koçber bibe.

Nezha di dawiyê de got ew wekî jin, gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê heta azadkirina rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk, li ber xwe bidin.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê daketin qadan û salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve pêk hat, şermezar kir.

Meş ji ber dibistana El-Şewaf a li Til Koçerê dest pê kir û ber bi kolanên navçeyê ve çûn. Beşdaran sloganên"Na ji dagirkirina Efrînê re" berz kirin û pankartên bi nivîsên"Na ji hebûna dewleta Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re, bi rihê Avestayê û Karker em asta berxwedanê bilind dikin û Efrînê rizgar dikin" rakirin.

(eh)

ANHA