Hiqûqnasên ji Reqayê: Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike

Hiqûqnasên Reqayê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kir û sûcê dewleta Tirk bi binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî bi nav kir.

Hiqûqnasên ji Reqayê: Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike
18 adar, 2021   09:13
REQA-EHMED ESAF

Di 14’ê Adarê de li ser medyaya dîjîtal a Tirkiyê têkildarî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan îdia belav kirin, lê nehat zanîn ku ew îdia rast in an na, li gel wê jî desthilatdarên Tirk heta niha bê deng in.

Hiqûqnasên Reqayê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên li hember dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de û bêyî eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî, sûcek e.

/ar/uploads/files/2021/03/18/063912_thyab-alhrwyl.webp

Parêzer Ziyab El-Herwêl wiha got: "Di cîhanê de ji mafê her girtiyekî ye ku têkiliyê bi parêzerên xwe re deyne û biçe cem bijîşkên pispor.”

El-Herwêl tecrîda girankirî û sûcên dewleta Tirk ên hovane bi rêbaza dewletên zordest bi nav kir ku girtiyan ji mafên wan ên rewa bê par dihêle û got: "Ev rêbaz, rêbaza dewletên despot e."

El-Herwêl bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire û wiha domand: “Ji mafê têkilîdanîna bi parêzerê xwe re û dîtina bijîşkan hatiye bêparhiştin. Ev yek li dijî mafên mirovan e. Divê dewleta Tirk rê bide danîna têkiliyan bi parêzeran re û serdana bijîşkan erê bike da ku rewşa tenduristî ya wî nas bikin.”

Parêzer Abdullah El-Eryan got: “Ji mafê her girtiyekî siyasî yan jî ne siyasî ye ku mafên wî yên bingehîn bên parastin ku di tevahiya qanûnên navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de hatine bibîrxistin. Ji bo her girtiyekî ev daxwazên bingehîn in, bi taybet dermankirin. Heke her desthilatek dermankirina girtiyan di girtîgehan de paşguh bike, wê demê ew kujer e.”

/ar/uploads/files/2021/03/18/063944_abdallh-alaryan.webp

El-Eryan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û fişarê li hikumeta Tirk bike da ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bike û dewleta Tirk ji ber şêwazên wê yên terorî ceza bike.

Şêniyên tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan û azadkirina wî ya fîzîkî dadikevin qadan û bi çalakiyên cur bi cur sûcên dagirkeriya Tirk şermezar dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JbL53nh40sA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>