Bijîşkên herêma Cizîrê bang li bijîşkên cîhanê û rêxistinan kir ku li ser rewşa rêber tev bigere

Bijîşkên herêma Cizîrê bang li tevahî bijîşkên cîhanê, Xeça Sor, rêxistinên navneteweyî, civaka navneteweyî, Yekitiya Ewropayê, tevahî saziyên dadgehê, rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku zextê li ser rayedarên dewleta Tirk bikin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Bijîşkên herêma Cizîrê bang li bijîşkên cîhanê û rêxistinan kir ku li ser rewşa rêber tev bigere
17 adar, 2021   14:48
QAMIŞLO

Yekitiya Bijîşkan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku pêwîste zextê li ser rayedarên dewleta Tirk were kirin ji bo ku yekser bi rêber Abdullah Ocalan re têkiliyê deynin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin, tecrîdê bi dawî bikin û wî serbest berdin.

Hevserokê Yekitiya Bijîşkan a herêma Cizîrê Ehmed Yûsif daxuyanî li pêşiya Kilînîkên Gel ên li kolana El-Wehdê ya bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna bijîşk û endamên Yekitiya Bijîşkan a herêma Cizîrê xwend.

Yûsif di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku gelên cîhanê di peymana Neteweyên Yekbûyî de rêzgirtinê nirxa wekheviya gelan di mafan de, mafê diyarkirina çarenûsa xwe piştrast kirin. Her wiha rê li pêşiya tevahiya kiryarên çekdarî yan bikaranîna çewisandinê li dijî gelan hat girtin.

Yûsif lê zêde kir ku wek di mîsaqê de diyar e her kesek hat girtin an dîl hat girtin divê bi mirovahî û rêzdarî pê re bidin û bistînin û mîsaq wiha ye:

1-Qedexe ye ku kesek were girtin, bêyî ku derfetek rastîn hebe ku gotinên xwe pêşiya saziyên dadgehê bêje. Ji mafê wî ye ku xwe biparêze yan jî parêzerek jê re were peydakirin.

2-Ji mafê her girtiyekî ye ku hevdîtina bi malbatê, hevalên xwe û parêzerên xwe re çêbike.

3-Nabe îşkenceya bedenî yan piskolojî li girtiyan were kirin.

4-Divê her girtiyek ji lênêrîna tenduristî bê par nemîne.

Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk van mafên li jor hatine bibîrxistin paşguh dike û ev yek di dan û standina wê bi rêber Abdullah Ocalan re xuya dibe.

Yûsif di daxuyaniyê de da zanîn ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan tevahî rêbazên îşkenceyên piskolojî pêk tîne da ku ji nirx û fikirên xwe dûr bikeve û wiha domand: “Gelên herêmê ji tirsa li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan nexasim piştî belavbûna nûçeyên der barê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan de li ser dezgehên çapemeniya Tirk de belav bûn û ji ber nebersivandina desthilatên Tirk daxwaznameya parêzerên rêbertî ji bo ku hevdîtinê bi miwekîlê re pêk bînin, daketin qadan.”

Yusif bang lu tevahî bijîşkên cîhanê, Xeça Sor, Heyva Sor, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), Rêxistina Efû ya Navneteweyî, civaka navneteweyî, Yekitiya Ewropayê, Desteya Neteweyên Yekbûyî, tevahî saziyên dadgehê û rêxistinên hiqûqî û mirovî li cîhanê kir ku li hemberî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bînin cih û zextê li dewleta Tirk bikin da ku yekser rê bide ku parêzer an jî malbet têkilî bi rêber Abdullah Ocalan re deynin, tecrîdê bidawî bikin û wî serbest berdin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mM-7HI2MYNg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>