33 rêxistinên hiqûqî dagirkirina Efrînê şermezar kir

33 rêxistinên hiqûqî, sivîl, navendên çavdêrî û belgekirinê da zanîn ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û tekezî li ser girîngiya belgekirina sûcan kir da ku zextê li dewleta Tirk bikin ku dagirkirina xwe bi dawî bike.

33 rêxistinên hiqûqî dagirkirina Efrînê şermezar kir
17 adar, 2021   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

33 rêxistin û navendên li hundir û derve daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin û banga bidawîkirina dagirkirin û vekişandina çeteyan kirin da ku niştecihên resen li warê xwe vegerin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 3 sal di ser dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete re derbas dibe, bi vê yekê dewleta Tirk pîvanên NY`yê bi taybet madeya 2`yemîn binpê dike.

Her wiha hate diyarkirin ku li Efrînê gelek sûc li dijî niştecihên wê têne kirin û dewleta Tirk di nava 3 salan de kuştin, îşkencekirin, revandin, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografiyê, binpêkirina cihên olî yên êzidiyan û goristanan, pêk anî.

33 rêxistinan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev hemû li pêşiya çavên civaka navneteweyî pêk tên û li beramberî vê yekê jî bê deng in. 

Rêxistinan got ji ber wê jî diviyabû ku erka belgekirina sûcên ku dagirker pêk tînin, bigrin ser milê xwe û ji civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re eşkere bikin û bang li wan bikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe bisekinîne, erkên xwe yên qanûnî pêk bîne, dagirkirina herêmên kurdî bi dawî bike, ew û çeteyên xwe vekişin da ku niştecihên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê xwe vegerin.

Rêxstinên ku daxuyanî dane ev in: Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, Desteya Qanûnî ya Kurdî, Komeleya Gelên bi Qirkirinê re Rû bi Rû ne –Almanya, Toreya Efrîn Post a Nûçeyan, Navenda Belgekirinê ya Bakurê Sûriyê, Afrîn Media Center, Saziya Êzidiyan, Komxebata Almanî ya Kurdî, Komeleya Civaka Kurdî li Stuttgartê, Komeleya Hêvî ya Kurdî-Belçîka, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, Rêxistina Civaka Sivîl a Kurdî ya Ewropayê, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê, Rêxistina Mehabad, Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, Navenda Edil a Mafên Mirovan, Navenda Lêkolînên Qanûnî – Almanya, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), Însiyatîfa Parastina Hiqûqî ya Sûriyê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê, Yekitiya Parêzerên Efrînê, Komîteya Mafên Mirovan a Sûriyê, Komeleya Kurdî ya Parastina Mafên Mirovan – Nemsa, Kurdên Sînornenas, Saziyên Civaka Sivîl a Herêma Şehbayê, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê, Navenda Zagros a Mafên Mirovan – Swîsre, Koma Xebatê ji bo Efrînê, Yekitiya Kurdan li Swîsreyê, Weqfeya Zagon û Navenda Sûriyê ya Mafên Mirovan.

(bx)

ANHA