YPG: Bi rihê fermandar Karker Êriş em ê dagirkeriyê têk bibin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê destnîşan kir ku gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ û QSD`ê bi fermandariya şehîd Karker Êriş û hevreyên wî li Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirk, li ber xwe dan. Fermandariyê teqez kir ku bilindikirina têkoşîn û têkbirina dagirkeriyê bi rihê fermandar şehîd Karker, armanca wan a sereke ya têkoşînê ye.

YPG: Bi rihê fermandar Karker Êriş em ê dagirkeriyê têk bibin
17 adar, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê de, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek da, tê de şehîdên Berxewdana Serdemê di şexê fermandar şehîd Karker Êriş û hevrêyên wî de bi bîr anî û teqez kir ku ew ê têkoşîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî dewam bikin.

Daxuyaniya Fermandariya YPG`ê wiha ye:

Şoreşa Rojava bi têkbirina wahşeta DAIŞ`ê nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyarî mirovahiyê kir. Dewleta Tirk a dagirker her tim li dijî wan nirxên demokratîk derketiye û li hember şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye û ji hemû gelên cihanê re bûye mînak, êrişên topyekun pêş xistiye. Yek ji wan êrişan jî di sala 2018`an de li pêş çavên hemû cihanê li Efrînê hat kirin.

Efrîna ku di dîrokê de her tim di aliyê çandî de herêmeke dewlemend bû, îro bi guhertina demografîk û qirkirina çandî re rû bi rû maye. Gelê me û şervanên wê yên leheng di pêşengtiya fermandar Karker Êriş de li hember vê dagirkeriyê bi mehan berxwedanek bêhempa nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember vê rihê fedaî ancax bi bikaranîna teknîkê ve karîbûn pêş bikevin.

Li Efrînê, li hemberî dewleta Tirk a dagirker, gelê me di pêşengtiya yekineyên YPG, YPJ û QSD`ê de, ji 7 salî heya 70 salî berxwedanek bêhempa meşandin û destanek dîrokî nivîsandin. Di vê berxwedanê de, di pêşengtiya Karkeran de bi şîara ‘AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN’ têkoşînek bêhempa hat meşandin û her kêliya vê berxwedanê bû destanek. Ev rih di pêşengtiya fermandar Karker de, bi Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêûş û bi sedan şehîdên leheng ve bû rihê berxwedanek dîrokî.

Paşeroja azad a gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn, îro ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi xetereyên mezin re rû bi rû maye. Li hember vê xetereyê, bi rihê fermandar Karker Êriş û bi şîara ‘Serokatiya Azad, Kurdistana Azad’ ve bilindkirina têkoşînê û têkbirina dagirkeriyê armanca me ya bingehîn ya têkoşînê ye. Em di şexsê fermandar Karker Êriş de, hemû şehîdên berxwedana Efrînê carek din bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadiyê ku me daye gelê xwe û şehîdên xwe dubare dikin.”

(cx)