Desteya Serokeşîrên Şengalê ji bo Rêber Ocalan: Dev ji çalakiyan bernedin!

 Desteya Serokeşîrên Şengalê têkildarî îdiayên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine belavkirin de daxuyaniyek da û bang li raya giştî kir da ku heya hevdîtin pêk were, dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Desteya Serokeşîrên Şengalê ji bo Rêber Ocalan: Dev ji çalakiyan bernedin!
16 adar, 2021   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Serokeşîrên Şengalê li ser belavbûna îdiayên derbarê Rêber Adullah Ocalan de, li nehiya Sinûnê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ji aliyê Hisên Hecî ve hatî xwendin de, bang li raya gitşî hate kirin ku heya xeberek ji Rêber Apo were girtin, dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

Em wek serokeşîr û kesayetên Şengalê xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Di vê dema dawî de agahiyên cuda li ser  jiyana Rêber Apo tên belavkirin. Civaka me ya Êzidî ji dema fermanê de bi felsefeya Rêber APO xwe bi rêxsitin kiriye. Gelê me vegeriya ser axa Şengalê, civaka Êzidî bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kiriye û li xwe xwedî derdikeve.

Em bang dikin, divê di demek zû de derfeta hevdîtinê ya bi Rêber Ocalan re were dayîn. Bi milyonan mirov li benda agahiyek ji Rêber Apo ye, nêzîkatiya li hember Rêber Apo di ti yasayên cîhanê de nîn e û ne karekî mirovî ye.

Em weke civaka Êzidî û gelên Şengalê, heya azadiya Rêber Apo em ê di nava çalakiyan de bin.”