Remziya Mihemed: Divê tevahî jin ji bo rêbertî li qadan bin

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed bang li hemû jinan ku li dijî kiryarên rejîma Tirk a faşîst ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û serî hildin.

Remziya Mihemed: Divê tevahî jin ji bo rêbertî li qadan bin
15 adar, 2021   20:22
QAMIŞLO – SILAVA ABDULREHMAN

Medyayên ser bi dewleta Tirk a faşîzm nûçeteyên derbarê nebaşbûna rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan de parve kirin.

Li ser mijarê Berdevka Fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed bi peywendiyeke telefonê ji ANHA'yê re axivî.

Remziya Mihemed diyar kir ku desthlata dewleta Tirk ji salan ve tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, ev tecrîd dermirovî ye û wiha domand: "Desthilata Tirk nahêle malbat û parêzer hevdîtinê bi rêbertî re pêk bînin û wî ji mafên wî hiqûqî û mirovî bê par hiştine. Hevdîtina parêzer û malbatên mafekî rewa ye, armanc ji vê tecrîdê gel û rêber Abdullah Ocalan ji hev qut bikin."

Remziya Mihemed destnîşan kir ku tecrîda girankirî ji bo gel cihê tirs û fikran e, ji ber ku tu agahiyan li ser rewşa tenduristî ya rêbertî nizanin û nûçeyên dawî yên derbarê nebaşbûna tenduristiya wî guman çêkirine.

Remziya Mihemed bi navê Kongreya Star bang li tevahî jinan, bi taybet ê di nava melics û komîteyên Kongreya Star de kir ku dakevin qadan û bi awayekî çalak beşdarî çalakî û mêtîngan bibin û wiha pê de çû: "Her wiha em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku têkoşîna xwe xurtir bike da ku dengê xwe bighîne aliyên têkildarî da ku tavilê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekrin û tecrîd were şikandin.

Berdevka Kongreya Star got, divê agahiyên ku medyayên dewleta Tirk a faşîst belav kirine bi lez werin zelalkirin û ev tişt got: "Em hebûna xwe di hebûna rêbertî de dibînin, ji ber vê yekê divê ev tecrîd bi lez were şikandin û azadiya fîzîkî ya rêbertî were misogerkirin. Em hêvî dikin ku tevahî dewletên ku îdiaya parastina mafên mirovan û girtiyan dikin erka xwe bi cih bînin."

Remziya Mihemed anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye, banga azadî, demokrasî û aştiyê dike û ji ku jin azadiya xwe bi dest bixe têdikoşe û got: "Ev li xweşiya dewletên desthilatdar nayê, ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin."

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kr ku armanceke din a tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şikandina îrade û israra jina azad e, ji ber ku tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li fikir û felsefeya rêbertî derdikevin.

ANHA