Meclisên Girê Spî sersaxî ji malbatên zarokên El-Hisên û El-Mehmûd re xwest

Meclisên sivîl û leşkerî yên Girê Spî sersaxî ji malbatên her du zarokan Sedam El-Hisên û Mihemed El-Mehmûd re xwestin.

Meclisên Girê Spî sersaxî ji malbatên zarokên El-Hisên û El-Mehmûd re xwest
Meclisên Girê Spî sersaxî ji malbatên zarokên El-Hisên û El-Mehmûd re xwest
Meclisên Girê Spî sersaxî ji malbatên zarokên El-Hisên û El-Mehmûd re xwest
15 adar, 2021   17:39
EYN ÎSA

Şandeyek ji Meclisa Sivîl a Girê Spî û Meclisa Leşkerî ya Girê Spî serdana malbatên her du zarokan Sedam El-Hisên û Mihemed El-Mehmûd kirin û sersaxî ji wan re xwestin. Her du zarok ji gundê Erîda ne, beriya du rojan ji ber topên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

Di merasîmê sersaxiyê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Herêma Girê Spî Sebrî Nebo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker topan davêje herêmên nêzî eniyên şer bêyî ku jiyana sivîlan û qanûnên parastina wan di ber çavan re derbas bike.

Ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef jî got, QSD'ê dê parastina xaka Sûriyê bidomîne û banga piştevaniya QSD'ê kir ya ku li hemberî êriş û planên mêtîngeriyê disekine.

ANHA