PYD`ê banga derxistina dersan ji aloziya Sûriyê kir

PYD`ê got: “Zihniyeta xwediyê malê û derdora wî nehatiye guhertin ku zordestiya wan bû sedema kerasta Sûriyê. Xeyal dikin ku vegerin halê xwe yê berê.” Her wiha PYD`ê bang li hêzên têkildar kir ku li helwestên xwe vegerin û dersan ji vê kerasetê bigirin.

PYD`ê banga derxistina dersan ji aloziya Sûriyê kir
15 adar, 2021   13:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da raya giştî û banga xwedîderketina li dirûşma "Çarenûsa Sûriyê bi destê gelê Sûriyê ye"kir.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de dîroka destpêkirina şoreşa gelê Sûriyê di 2011`an de bi bîr xist ku gel banga azadiyê û demokratiyê kir ku di dirêjahiya serdema Baas de mîna gelên Rojhilata Navîn bê par ma ye kir. PYD`ê diyar kir ku dirûşmên ku hatine berzkirin, têrê nekirin û bi awayekî rast azarên gelê rave nekirin û wiha domand: "Ji ber vê wek encam hêzên muxalif ên ku pişta xwe dan hêzên derewkar li şûna gel, derketin. Van hêzan jî ev derfet bi kar anî û wekî ku opozîsyonê hemêz dike xwe nîşan dan, lê di rastiyê de wan xwest timayên xwe yên dîrokî pêk bînin."

PYD`ê destnîşan kir ku ji ber mudaxeleyên wan hêzên derve, kerasetek rû da û bi sed hezaran kes şehîd ketin, bi deh qatan kes birîndar bûn û astendar bûn û bi milyonan kes jî ji warên xwe koçber bûn û wiha domand: " Gelek bajar, gundên dîrokî yên kevnar wêran bûn, xizanî û bêçarebûn di nava gelê de belav bû. Şervanên ku diviyabûn gel û axa xwe biparêzin, bûn çete ku gelê xwe diçewsînin. Ruxmî wê jî piştî deh salan hîna pergala zordest heye û zihniyeta xwe ya ku bû sedama vê kerasetê neguhertiye. Ji wê zêdetir xeyal dike ku mîna berê veger."

PYD`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê sûd ji tecrubeyên gelan girtiye û li ser wê bingehê wan girîngî da gelê Sûriyê û pişta xwe neda aliyê derve, her wiha li ser bingeha jiyana hevbeş, biratiya gelan û rêgezên neteweya demokratîk, nimuneyek bi tevlêbûna tevahiya kêmneteweyên olî û nejadî li Sûriyê pêşkêş kir û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nexşerêyek danî. PYD`ê da xuyakirin ji bo pêkanîna wê jî berdêlên bêhemba da û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cihek girîng di Sûriyeya pêşerojê de girt.

Di dawiyê de PYD`ê got: “Bi navê Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya salvegera 10`an a şoreşa gelê Sûriyê em careke din bang li tevahiya hêzên şoreşgerî û demokratîk ên têkildarî çarenûsa Sûriyê dikin ku li helwestên xwe vegerin û tecrubeyan jê bigirin. Ji bo pêkanîna Sûriyeyeke demokratî, azad, pirrengî û ne navendî xwedî li dirûşma “Çarenûsa Sûriyê bi destê gelê Sûriyê ye” derkevin û tev li diyalogên cidî yên berpirs dûrî tevahiya hêzên derve û berjewendiyên wan, bibin.”

(şx)

ANHA