Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê bi hevkariya ciwanên Herêma Cizîrê di bin dirûşma "Tu kes nikare pêşiya ciwanên ber bi azadiyê ve dimeşin, bigire" navendeke bi navê `Wargeha ciwanan` li Qamişloyê vekir.

Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
Desteya Ciwanan bi merasîmekê navenda Wargeha Ciwanan vekir
15 adar, 2021   14:28
QAMIŞLO

Di merasîma vekirinê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Fedrasyona Birîndarên Şer yên Bakur û Rojhilartê Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Meclisa Gel a bajarê Qamişlo û ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) amade bûn.

di hola merasîmê de wêneyên şehîd û pêşengên şoreşger ên cîhanê, tabolyên Şêwekar Welîd Mûrad yên ku çîroka jiyana rêber Abdulah Ocalan şîrove dikin, hatin pêşandan.

Her wiha di hundirê navenda `Wargeha Ciwanan` de buroya Ragihandinê, Xwendekar, Çand û Huner, diplomasî, Jinên Ciwan û pirtûkxane hene û dê di demên pêş de werin çalakkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Medya Yûsif axivî û bi xêrhatina hemû mêvanan kir.

Medya diyar kir ku vekirina navenda Wargeh Ciwanan wê bibe bersivek ji bo hemû dagirkerên ku axa Kurdistanê kirine û wiha domand: "Di 12 Adarê de êrîşên rêjîma Bassê li ser ciwanên bajarê Qamişlo, di 16`ê Adarê de êrîşên rêjîma Baasê ya Iraqê li ser ciwanên Başûrê Kurdistanê pêk hatin. Her wiha di vê vê mehê de dewleta Tirk a dagirker jî êrişî vîna gelê azad ê Efrînê kir û herêm dagir kir ."

Medya destnîşan kir ku ew wekî ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji dagirkeran re dibêjin `em hene û heta ku faşistek an qirkerek li dunyayê hebe em ê li hemberê tekoşîn bikin`.

Medya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser vê bingehê, ev navend ji bo hemû ciwanên herêmê bi hemû pêkhateyên wê ve bibe cihekî zanistê.

Medya diayar kir ku ciwan dikarin bibin xwedî hêza herî mezin li hemberî êrîşên ku li ser civakê tên kirin.

Piştre hunermend Rodî Ardil, Sîpan Xelat û Koma Sakîne stranên şoreşgerî ji mêvanan re pêşkêş kirin.

Dê merasîma vekirinê hetanî 18`ê Adarê bi çalakiyên cuda dewam bike.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Okz5QF_C7Go" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>