​​​​​​​Komîteya Rêbertiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rewşa rêbertî banga daketina qadan kir

Komîtya Rêbertiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  têkildarî rewşa jiyana rêber Abdullah Ocalan ku agahî jê nayên girtin û îdîayên cuda derdikevin, banga lezgîn a daketina qadan kir.

​​​​​​​Komîteya Rêbertiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rewşa rêbertî banga daketina qadan kir
15 adar, 2021   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîtya Rêbertiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî agahiyên derbarê jiyana rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kir.

Komîteyê got, agahiyeke derheqê jiyana rêber Apo de derketiye, ji bo ku ev agahî bê zelalkirin û parêzerên rêber Apo biçin gel wê "Divê gel û destên me dakevin qadan."

Komîteyê her wiha diyar kir ku heta ku agahiyeke ji aliyê parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo raya giştî neyê dayên ew ê li qadan bin.

ANHA