Piştî şehîdbûna zarokekî ji aliyê dewleta Tirk ve, bêdengiyek li eniyên Minbicê heye

Piştî topbarana dewleta Tirk a duh li dijî gundê El-Zengil ê gundewarên bakur rojavayê Minbicê de bêdengiyek li eniyên bajarê Minbicê heye. Her wiha nasnemaya zarokê ku di encama topbaranan de şehîd bûye û 2 zarokên birîndar jî, hate eşkerekirin.

Piştî şehîdbûna zarokekî ji aliyê dewleta Tirk ve, bêdengiyek li eniyên Minbicê heye
15 adar, 2021   12:35
MINBIC

Di encama topbarana dijwar a dewleta Tirk li dijî gundê El-Zengilê de zarokê bi navê Elî Eyntabî şehîd bû û zarokên bi navê Ibrahîm Eyntabî û Firqan Eyntabî jî birîndar bûn.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh ji baregehê xwe ya leşkerî li gundê El-Yaşlî gundên Minbicê Qort Wêran, Kor Hiyok, El-Kawkilî, Ereb Hesen, Im Cilod û El-Zengil a bakur û rojavayê Minbicê topbaran kir.

/ar/uploads/files/2021/03/15/104307_altqat.webp

Her wiha hêzên dagirker gundewarên rojhilata bajarê Babê jî topbaran kir. Di encamê de gelek zirarên madî çêbû.

Piştî rojeke ji topbarana dijwar a li dijî gund û deverên li eniyên şer a Minbicê, bêdengiyek heye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistiye, rewşa her du zarokên birîndar niha baş e.

(dm)

ANHA