Newroza Qandîlê wê bi coşa hunermendên 3 beşên kurdistanê were pîrozkirin

Newroza Qendîlê wê îsal bi tevlîbûna hunermendên ji 3 beşên Kurdistanê were pîrozkirin.

Newroza Qandîlê wê bi coşa hunermendên 3 beşên kurdistanê were pîrozkirin
15 adar, 2021   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Adarê de li seranserê Kurdistan û Ewrupayê Kurd û dostên xwe Newrozê bi coş û xûrûşek mezin pîroz dikin. Îsal jî ji niha de Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê starta pîrozbahiyan da. Weke salên din, li Qendîlê jî wê Newroz bi coşek mezin were pîroz kirin.

Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatîn standin, li Binarê Qendîlê wê Newroz di 21’ê Adarê saet 11:00’an de bi coşek mezin were pîroz kirin.

Ji 3 parçeyên Kurdistanê hunermend wê tevlî pîrozbahiya Newroza li Binarê Qendîlê bibin.

Li gorî agahiyan, wê hunermend Diyar Dersîm, Nasir Rezazî, Jîna Seqizî, Şîlan Osman, Çopî Fetah, Bextiyar Saleh û hinek komên govendê tevlî pîrozbahiyê bibin.

Komîteya amadekar ya Newroza Qendîlê bang li hemû kesê kir da ku bi ruhê serkeftina Gareyê Newrozê pîroz bikin.