Rojnameyên erebî: Nîqaşên li ser meclisa leşkerî ya Sûriyê berdewam in

Li Sûriyê û derveyî wê, hemwextî salvegera aloziya Sûriyê ya 10`an, nîqaş li ser meclisa leşkerî ya demkî didomin. Misir û Erebistana Siûdî xemsariyî nîşanî peyamên dewleta Tirk da û her dewletekê şertên xwe danîn.

Rojnameyên erebî: Nîqaşên li ser meclisa leşkerî ya Sûriyê berdewam in
15 adar, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ MECLISA LEŞKERÎ YA DEMKÎ BERDEWAM IN’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li Sûriyê daîreya nîqaşê der barê meclisa leşkerî ya demkî de fireh dibe ruxmî ku ev hizir ne nû ye û vedigere sala 2013`an. Lê ji ber rewşa heyî ya Sûriyê li gel tunebûna çareseriyên aloziya Sûriyê ev hizir careke din derket pêş.

Rojnamevan Elî El-Ehmed dibêje piştî ku civaka navneteweyî nekarî biryarên navneteweyî yên girêdayî aloziya Sûriyê pêk bîne û gerên dan û standinê bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) mîna Cinêv, Astana û Soçiyê xitimîn, fikirê avakirina meclisa leşkerî ya demkî wek çareseriyekê derket ku piştgiriya navneteweyî û herêmî ji bo bidawîkirina aloziyê heq dike.

El-Ehmed diyar kir ku zêdetirî 2 hezar efserên ku ji artêşa Sûriyê qut bûne, ji tevahiya herêmên Sûriyê banga avakirina meclisa leşkerî ya demkî bi rêveberiya kesayetekî ji aliyê erebî ve tê pejirandin, kir. Divê ev kesayet nexwedî nîjadperestiyeke olî yan jî taifî be. Her wiha divê nûnerên hikumeta Şamê jî tê de hebin ku tenê nûnertiya aliyê hikumî dikin. Pê re xebatên meclisa leşkerî bi piştgiriya saziyên sivîl, siyasî, çapemenî, hêzên leşkerî, êlî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dê dest pê bikin.

Suheyb Xenam ku yek ji efserên projeya meclisa leşkerî ye, piştrast kir ku li herêmê di çarçoveya projeya meclisa leşkerî bi erêkirina Amerîkayê û Rûsyayê û desteka dewletên cîranên Sûriyê û eniya erebî de, niha rewşeke herêmî ya nû tê afirandin. Ev erêkirin û destek bi rola erênî ya meclisê ve girêdayî ye ku şert û mercên pêkanîna biryarên navneteweyî bi taybet biryara bi hejmara 2254’an bi pêş bixe.

Xenam destnîşan kir ku meclisa leşkerî dê tevahiya aliyên Sûriyê bêyî dûrxistin, vehewîne.”

‘MISIRÊ BERSIVA DEWLETA TIRK DA: GOTIN TÊRÊ NAKIN’

Têkildarî peyamên di navbera Misir û dewleta Tirk de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şikrî got gotinên siyasetmedarên Enqereyê der barê destpêkirina diyalogê bi Qahîreyê re têrê nakin, divê kirin jî hebin.

Şikrî di civîna koma têkiliyên derve ya parlamentoya Misirê ya duh de got: “Daxuyaniyên ji bo vekirina kanalên diyalogê ji aliyê Tirkan ve hene. Em girîngiyê didin têkiliyên xurt ên di navbera her du gelan de. Lê rewşa siyasî û helwestên siyasetmedarên Tirk neyînî ne, lê dîsa jî bandor li têkiliyên di navbera her du gelan de nakin.“

Şikrî behsa têkiliyên bi Qeterê re kir û got: “Me aliyê xwe yê lihevkirina El-Ulayê pêk anî. Em li bendê ne ku Qeter jî vê yekê bike. Heke me pabendiyek dît em ê boykotkirinê bi dawî bikin û têkiliyên xwezayî bi hemû şirîkên Ereb re mîna berê vegerînin. Me nîşaneyên erênî ji aliyê rayedarên Qeterê ve têkildarî pabendiyê û têkiliyan bi Misirê re dîtin.”

‘EREBISTANA SIÛDÎ HÊVIYÊN DEWLETA TIRK BELAV DIKE’

Têkildarî peyamên di navbera Erebistana Siûdî û dewleta Tirk de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Piştî ku balafirên şer ên Erebistana Siûdî yên cureya F-15C gihaştin grava Gîrîtê da ku tev li rahênan bi Yewnanistanê re li herêma rojhilatê Deryayê Spî bibin, tevahiya hêviyên dewleta Tirk bi lez belav kirin.

Dewleta Tirk bi awayekî fermî şoka xwe ya li hemberî biryara Erebistana Siûdî rave kir. Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya çend rojan ragihand ku welatê wî dê der barê biryarê de bi desthilata Erebistana Siûdî re nîqaş bike. Ji aliyekî din ve wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu mixabiniya welat û partiya wî li hemberî biryara Erebistana Siûdî rave kir û got Enqere difikirî ku mîna vê têkiliya leşkerî di navbera Riyad û Atînayê de tune bû. 

Rahênanên li Deryaya Spî, zexta Fransa-Misirê li ser dewleta Tirk zêde kir, ji bo tevgerên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî rawestînin.”

(şx)