Komîteya Şopandinê: Em ê bi rêya plansaziyên stratejîk aboriyê bi pêş bixin

Endamê Komîteya Şopandinê Sabit El-Cewher plansaziya komîteyê eşkere kir û da zanîn ku ew ê çanidiniyê, tenduristiyê û perwerdeyê geş bikin û sîstema çavdêriyê ya di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xurt bikin.

Komîteya Şopandinê: Em ê bi rêya plansaziyên stratejîk aboriyê bi pêş bixin
15 adar, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Komîteya Şopandinê ji encamên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê ye ku MSD`ê di 25`ê Mijdara par de li dar xistibû.  Piştî 3 civînên asayî yên komîteyê ku ji 60 endaman pêk tê, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê plansaziyên gelek projeyan saz kirin.

Têkildarî mekanîzmaya xebata komîteyê endamê wê Sabit El-Cewher axivî û got karê komîteyê bi rêya mekanîzmaya xebateke rêxistinkirî û li gorî lîsteya rêxistinî ya karê komîteyê bi rê ve diçe û wiha dewam kir: "Erkên komîteyê girêdayî erkên navendî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, her wiha girêdayî rewşa herêman in."

El-Cewher bal kişand ser mekanîzmaya şopandina navendî û anî ziman ku ev yek bi rêya komîteyên ku hatine avakirin, tê kirin ku ew jî komîteya ewlekariyê, aborî û rêveberiyê ye da ku hemû biryaran pêk bînin û got: "Her komîteyek li gorî karê xwe tev digire, civînên xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar dixe û pêşniyarên xwe dike."

Komîteyê di civîna yekemîn de 3 komîte ava kirin ku ew jî komîteya rêvebirinê, komîteya aborî û komîteya ewlekariyê ne.

Di heman çarçoveyê de Sabit El-Cewher ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Şopandina nirxandina rola Rêveberiya Xweser a di pêkanîna plansaziyên girêdayî têkoşîna li dijî gendeliyê, sazkirina rêveberiyê de, ji nû ve avakirina sazûmaniyê, sererastkirina dadwerî, aborî, perwerde, tenduristiyê û ewlekariyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan."

Têkildarî erka herêmê ya komîteyê El-Cewher got erka herêmê pêkanîna biryarên ji kongreyê derketine ye û wiha domand: "Bi rêya peywendiyên bi rêveberiyan re û lidarxistina civînan da ku giliyan ragihînin û nîqaşa wan bikin û çareseriyên guncaw ji bo rêveberiyan bibînin. Mehane raporên kar pêşkêş bikin da ku çareyên guncaw derkevin holê."

Sabit El-Cewher diyar kir ku komîteyê bi rêya rêzecivîn û hevdîtinên bi saziyên ewlekariyê re, meclisa adaleta civakî gelek biryarên ku ji kongreyê derketine, pêk anî.

El-Cewher got: "Di aliyê ewlekariyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar dan, ji wan ne ji mafên tu aliyên ewlekariyê ye ku bigirin ser kesî yan jî deverekê û tenê dema ku destûrê ji dozgeriyê bixwaze dikarin vê yekê bikin, ev jî  derveyî dozên terorîstan û piştî girtinê dê agahiyê bidin dadgehê, ya din dema lêpirsînê hate diyarkirin ku ew jî 48 saet in û dibe ku bi destûra dozgeriyê bibe 15 roj jî."

El-Cewher destnîşan kir ku dema lêpirsîna di dozên terorîstan de bû hefteyek û bi destûra destûrê dibe mehek, piştî lêpirsîn bi dawî dibe berpirsyariyariya girtî ji rêveberiya girtîgehan tê xwestin, her wiha dosya kesê girtî jî piştî dema lêpirsîn bi dawî dibe, dibe berpisyariya meclisa adaletê.

Sabit El-Cewher got komîteyê biryar da ku li hemû herêman ji bo Meclisa Adaletê Nivîsgehên kar û barên kesên girtî ava bike û derveyî dozên terorîstan kesên ji bo lêpirsînê tê xwestin bi rêya mûzakereyan têne agahdarkirin.

ZEHMETIYÊN KU KOMÎTE PÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNE

Sabit El-Cewher bal kişand ser zehemtiyên ku komîteya şopandinê pê re rû bi rû dimîne û got: "Astengî ya yekê nepêşketina dosya siyasî, şaneyên terorîstan hene, xebatkarên Rêveberiya Xweser û şêxên eşîran û rûspiyên herêmê têne qetilkirin, rewşa aborî û bilindbûna dolar li hemberî lîreya sûrî.

Sabit El-Cewher têkildarî plansaziya komîteyê ev yek got: "Komîte hewl dide bi hevkariya hemû saziyên Rêveberiya Xweser bondora bilindbûna dolar a li hemberî lîreya Sûriyê sivik bike û kêmbûna nan jî derbas bike."

El-Cewher da zanîn ku di halê hazir de ew li gorî pêwîstiya welatiyan gaza malan dabîn bikin, her wiha sotemeniya taybet bi avdana hilberînên çandiniyê jî peyda bikin da ku rewşa welatiyan baş bibe.

Sabit El-Cewher ev agahî li gotinên xwe zêde kirin: "Xebata komîteyê ya ji nû ve sazkirina saziyên sîstema îdarî bi hevkariya Rêveberiya Xweser berdewam dike da ku burokrasî sivik bibe, amadekariyên hilbijartinên herêmê were kirin û rola ciwan û jinan di hemû saziyan de aktîftir bibe."

Sabit El-Cewher ev xal zêde kirin: "Bi rêya plansaziyên geşepêdanê yên stratejîk, piştgiriya ji qada çandiniyê bi her du şaxên xwe ve, pêwîstiyên veberhênanê werin dabînkirin, qada perwerdeyê were pêşxistin û asta kadroyên perwerdeyê bilind bibe û em ê rewşa aborî ya neteweyî geş bikin."

Di dawiyê de Sabit El-Cewher wiha got: "Em ê saziyên dadî sererast bikin, saziyên çavdêriya û kontrolkirina navendî aktîf bikin û piştgiriya QSD`ê ya di şerê li dijî terorê û tundrawan de bikin ku ewlekarî û aramî misoger bibe."

(eh)

ANHA