Zarokên Kobanê bi boneya Newrozê şahiyek li dar xist

Zarokên kantona Koban bi dirûşma" Em gelê Kurd Newroza 2021'an pîroz û silav dikin", cejna Newroz pîroz kir.

Zarokên Kobanê bi boneya Newrozê şahiyek li dar xist
Zarokên Kobanê bi boneya Newrozê şahiyek li dar xist
Zarokên Kobanê bi boneya Newrozê şahiyek li dar xist
Zarokên Kobanê bi boneya Newrozê şahiyek li dar xist
13 adar, 2021   14:30
KOBANÊ

Şahî ji aliyê Desteya Çand Hunerê ya Herêma Firat, Tevgera Kevana Zêrîn ve li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hate lidarxistin.

Bi sedan zarok û malbatên wan bi cil û bergên xwe yên folklorîk, nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî şahiyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/13/131803_ahmd-shykhw-.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo axivî û cejina Newrozê li zarok û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: "Divê berî her kesî em li zarokan pîroz bikin, ji ber ku ew nifşên pêşeroja azad a tevahî gelê Kurd e."

/ar/uploads/files/2021/03/13/131828_kwljyn-hsw.webp

Endama Rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Firatê Guljîn Hiso axivî û destnîşan kir ku zarok ji ber şer gelek êş û azar dîtine, her wiha hêviya pêşerojeke ewle û azadî ji tevahî zarokên cîhanê re xwest.

Piştî axaftinan, Koma Muzîkê ya Dibistana Navenda Baqî Xido, Koma Şehîd Şîlan a Govendên Gelêrî, Koma Şehîd Mistefa ya Şano, Koma Çerkes a Govendên Gelêrî ya Minbicê, Koma Şehîd Barîn a Muzîkê û Koma Tevgera Kevana Zêrîn hunerên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha helbest hatin gerandin. Şahî bi diruşmeyên silavkirina Newrozê û berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

(dm)

ANHA