​​​​​​​HPG’ê têkildarî teqîna li Sîdekanê daxuyaniyek da

HPG’ê daxuyand ku têkiliya wan teqîna li herêma Sîdekanê re tune ye ku duh pêk hatibû û destnîşan kir tevî ku tê zanîn ku herêm mayinkirî ye jî, hêzên PDK’ê ketine qadê û teqîn çêbûye.

​​​​​​​HPG’ê têkildarî teqîna li Sîdekanê daxuyaniyek da
13 adar, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî teqîna li Sîdekanê daxuyaniyeke niviskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de got: ''12'ê Adarê êvarkî li herêma Sîdekanê teqînek çêbûye, di vê teqînê de pêşmergeyekî PDK'ê jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Têkildarî vê rûdanê hin nûçe hatine çêkirin û tevgera me berpirs hatiye nîşandan.

Ev rûdana biêş li tengava Sîdekanê ya qada Sîdekan a herêma Xakurkê çêbûye. Cihê navborî hê ji dema Sedam ve gelek mayin lê hatine danîn. Salên 2019-2020'an jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Xakurkê jî hin cih hatine mayinkirin. Hem gelê herêmê û hem jî rayedarên herêmê yên PDK'ê hatine agahdarkirin ku ev dever qadeke leşkerî û mayinkirî ye û hişyariyên hewce hatine kirin. Lê 12'ê Adarê li gel ku ev hêl hemû dihatin zanîn jî hêzên PDK'ê çûne eraziya mayinkirî û di encamê de ew rûdana biêş çêbûye.

Tu têkiliya hêzên me bi vê rûdanê re nîn e û ji vê teqînê hêzên me ne berpirs in.”