Di encama teqîna li Efganistanê de 8 mirin

Wezareta Hundirîn a Efganistanê ragihand ku di encama teqîna şev borî ya li wîlayeta Heratê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes jî birîndar bûn.

Di encama teqîna li Efganistanê de 8 mirin
13 adar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma 14 a wîlayeta Hiratê a rojavayê Efganistanê bi riya wesayîtek  bombebarkirî şeva borî qetînekê pêk hat.

Berdevkê Wezareta Hundirin a Efganistanê Tarîq Aryan diyar kir ku di teqînê 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 54 kes jî birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jin û 3 zarok hene. Ji birîndaran 20 kes jin in, 8 zarok in û 7 polîs in. Rewşa tendirustiya 5 kesan ne baş e.

Tarîq Aryan destnîşan kir ku ji ber teqînê gelek xaniyên welatiyan rûxiyane û ziyan dîtine.

Heta niha ti koman berpirsyartiya teqînê li xwe negirtîne.