Rêveberekî Bendava Firatê: Ava Firatê 300 metre kêmî keviya bendavê bûye

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji wan siyasetan qutkirina ava Firatê ye ku gefan li mewsima çandiniyê ya li derdora ava Firatê dixwe.

Rêveberekî Bendava Firatê: Ava Firatê 300 metre kêmî keviya bendavê bûye
13 adar, 2021   00:38
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî ava Firatê wekî çekekê li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û di encamê de jîngehê ber bi karesetekê ve dibe, her wiha gefan li hilberîna çandiyê ya li tevahiya herêman dixwe.

Dewleta Tirk bi van siyasetan pîvanên navneteweyî bin pê dike, ji wan peymana di navbera hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk de ya sala 1987`an ku îşaretê pê dike ku di çirkiyekê de 500 metrekab were berdan.

ꞌDI ÇIRKIYEKÊ DE AVA KU TÊ BERDAN NEZÊDETIRÎ 150 METREKAB Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/03/12/202227_-.webp

Ji rêveberên bendava Firatê ya li Tebqayê  endizyar Ehmed El-Oso got ava ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê berdan pirr kêm e û ne zêdetirî 150 metrekab e.  

Ehmed El-Oso ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ev yek gefên mezin dixwe û dihêle ku erdên çandiniyê zûwa bibin û saetên kehrebê ya ku bendav dide kêm dike."

ꞌAV 300 METREYAN KÊM KETIYE Û EV YEK BANDORÊ LI PROJEYÊN ÇANDINIYÊ DIKEꞌ

Ehmed El-Oso da zanîn ku kêmkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve  hişt ku ava bendavê zêdetirî 300 metreyan kêm kiriye û ev jî gefan li projeyên çandiniyê yên mezin dike û mewsimê têk dibe.

/kr/uploads/files/2021/03/12/202250_-.webp

Li aliyekî din jî Hevserokê Gerînendeyê Çandiyê yê li Tebqayê Ebdulxaliq Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku Tebqayê herêmeke çandiyê ye û projeyên çandiyê yên li wir ji ava Firatê têne avdan.

Ehmed da zanîn ku deverên çandiniyê ji herêma Cirniyê û heta Reqayê û Dêrazorê ye ku  rûbera wê jî 186 hezar donim e.

'XETERIYEKE MEZIN LI SER HILBERÎNÊN ME HEYE'

/kr/uploads/files/2021/03/12/202320_-.webp

Cotkarê bi navê Casim Mihemed ê ji gundê El-Sefsaf axivî û got ji ber dijminatiya dewleta Tirk ava ku pê projeyên wan tê avadan tune ye û ev jî bandoreke neynî li hilberînên wan dike.

/kr/uploads/files/2021/03/12/202335_-.webp

Cotkarê bi navê Elî Xelîfê jî axivî û destnîşan kir ku genim niha di dema geşbûnê de ye û ger rewş wiha bimîne ew ê tiştekî ji hilberîna xwe bi dest nexin.

(eh)

ANHA